Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen bi telefonê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê pêwendiya telefonî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de bipêşketinên dawî yên rewşa aloz a herêmê û encamên şer hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser hevkariya berdewam a ji bo rûbirûbûna astengiyan hevnêrîn bûn.

Wan her wiha tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kir.

"Herêma Kurdistanê ne beşek ji aloziyan e"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya berdewam a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya xwe anî zimên.

Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji aloziyan e û dê wekî her tim bibe faktora aramî û ewlehiyê.

"Îraq û Herêma Kurdistanê hevparên me yên girîng in"

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê jî ragihand ku aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewropayê xwedî girîngiyeke mezin e.

Wê diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê wekî hevparekî girîng ê herêmê li wan dinêre.

Ursula von der Leyenê her wiha pêbendiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo berdewamiya alîkariya wan ducare kir.

"Rola Herêma Kurdistanê ji her demê girîngtir e"

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê li ser pêwendiya telefonî ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daxuyaniyek belav kir.

Von der Leyenê diyar kir ku wê bi Nêçîrvan Barzanî re li ser rewşa ewlehiyê ya Rojhilata Navîn û Herêma Kendavê axiviye.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê di peyama xwe de wiha got:

"Ez niha bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivîm.

Me rewşa ewlehiyê ya ku li Rojhilata Navîn û Herêma Kendavê didome gotûbêj kir.

Îro rola Herêma Kurdistanê ya wekî hêzeke aramker ji her demê zêdetir girîng e."

"Em dê piştgiriya xwe bidomînin"

Seroka Komîsyona Ewropayê behsa hevkariya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî kir û pê de çû:

"Yekîtiya Ewropayê bi biryar e ku bi we re kar bike.

Em dixwazin ewlehiyê garantî bikin û wê pêşketina ku di nûavakirinê de bi zehmetî hatiye bidestxistin biparêzin.

Em dê piştgiriya xwe ya ji bo Komara Îraqê û Herêma Kurdistanê bidomînin."