Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) - Îşev bi çar dronan êrişê navenda bajarê Hewlêrê hat kirin.
Yek ji wan dronan li nava birêvebiriyeke Wezareta Bazirganiyê ket xwarê.
Ew dron di navbera demjimêr 19:00ê êvarî heta 21:00ê şeva duşemê de hatin avêtin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, sê ji wan dronan li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê pergala parastinê ve hatin xistin.
Ti xisarên canî nînin
Yek ji dronan li nava Birêvebiriya Bazirganî û Kel û Pelên Xwarinê ya Hewlêrê ya li Taxa Azadiyê ket xwarê.
Li gorî zanyariyên destpêkê di encama ketina dronan de ti xisarên canî çênebûne.
Her îro dronek jî li nêzîkî Çiyayê Korekê yê li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ket xwarê.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re got:
“Drona li nêzîkî Korekê ji rûniştvanên gundekî navçeyê dûr bû û ti xisareke canî çênebû.”
Zêdetirî 320 êriş
Ji destpêka şerê navbera Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê yê ji 28ê Sibatê heta niha ve, bi zêdetirî 320 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
#VÎDEO – Beriya bi demekê li Hewlêrê dronek hat xistin û li wî cihê ku parçeyên dronê ketine agir derket pic.twitter.com/C8N9h8UKYX
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 16, 2026