Îran dê 3 deriyên din ên sînorî yên li gel Herêma Kurdistanê veke

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê dê ji bo bazirganiyê û geştyariyê 3 deriyên din bên vekirin.

Piştî vekirina deriyên sînorî yên Perwêzxan û Hacî Omeranê û biryara berdewamiya hat û çûnê ya li deriyê Başmaxê, 3 deriyên din di navbera Îran û Herêma Kurdistanê vedibin.

Berpirsekî deriyên gumrikan ê parêzgeha Silêmaniyê ji Rûdawê re got, "Îranê em agahdar kirin ku biryara vekirina deriyan hatiye dayîn."

Birêvebiriya Deriyê Sînorî yê Seyranbenê daxuyaniyek belav kir û got, "Em welatiyan agahdar dikin ku hat û çûna geştyarî ya ji bo hilgirên pasaportên Îraqî, biyanî û Îranî hatiye vekirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku asayîbûna rewşê wekî berê ye, hat û çûn dê ji saet 07:30î heta 13:30î be.

Tenê rojên înê û rojên bêhnvedanên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê hat û çûn dê were rawestandin.

Her îro Deriyê Sînorî yê Pişteyê yê li Germiyanê jî got, "Biryar hate dayîn ku 17ê Adarê deriyê me were vekirin û tevgera bazirganî asayî bibe."

Yek ji wan deriyên ku heta îro girtî bû deriyê Kêlê yê li Raperînê ya Silêmaniyê bû.

Birêvebirê Gumrika Îdareya Serbixwe ya Raperînê Ebas Ezîz Papîr ji Rûdawê re got:

"Deriyê Kêlê ji destpêka şer ve girtî bû lê îro aliyê Îranî em agahdar kirin ku ew dê derî vekin û hat û çûn asayî bibe."

Birêvebirê Gumrika Raperînê her wiha got, "Heta niha ti barhilgir ji aliyê Îranê ve nekarîbû ji deriyê me derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Li nêzîkî derî gelek baregehên leşkerî hene û dibe ku sedem ev be. Em li benda wê ne ku sibe yan a dusibe rewş asayî bibe."

Li sînorê Helebceyê jî Deriyê Şûşmê yê Hewramanê heye.

Li aliyê din, Birêvebirê nahiyeya Biyarê ya Helebceyê Hemîd Baram ji Rûdawê re got:

"Deriyê me ji bo bazirganî û geştyaran vekirî ye. Di destpêka şer de çend rojan hat girtin û pişt re hat vekirin."

Di destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de ku 28ê meha borî dest pê kiribû.

Komara Îslamî ya Îranê ji xeynî deriyê Başmaxê yê Silêmaniyê hemû deriyên din ên li gel Herêma Kurdistanê girtibûn.

Piştî çend rojan, 11ê Adarê deriyê Perwêzxanê û 15ê Adarê jî deriyê Hacî Omeranê hatin vekirin.