Deriyê li Efrînê ji binî tê girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Hemamê yê li Efrînê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ji sibe ve bi yekcarî tê girtin.
Desteya Giştî ya Deriyan û Gumrikê ragihand ku Deriyê Sînorî yê Hemamê dê 17ê Adara 2026an bi yekcarî were girtin.
Ev derî li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û Sûriye û Tirkiyeyê bi hev ve girê dide.
Bazirgan dikarin deriyên din bi kar bînin
Desteyê doh li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku rêwî û bazirgan dikarin deriyên din bi kar bînin.
Rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de derbas bibin, dikarin ji bo kar û barên xwe û derbaskirina kel û pelan Deriyê Bab El Hewa yan jî Deriyê Selamê bi kar bînin.
Di daxuyaniyê de sedema girtina derî nehat eşkerekirin.
Sedema girtinê bilindbûna mesrefan e
Li aliyên din, medyaya Tirkiyeyê da zanîn ku Desteya Giştî ya Deriyan û Gumrikê ya Sûriyeyê xwestiye ew derî were girtin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, sedema biryarê bilindbûna mesrefan û nêzîkbûna deriyên sînorî yên din e.
Deriyê Hemamê sala 2018an piştî ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ketin Efrînê hatibû vekirin.
Sala 2023yan ev derî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyeyê yek ji deriyên sereke bû.