Nasnameyên 6 şervanan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya 6 şervanan eşkere kirin ku di dema bersivdayîna êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyeyê û komên çekdar de şehîd ketine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şehadeta 6 şervanan daxuyaniyek belav kir.
HSDyê diyar kir ku şervanên wan di berxwedana li hemberî êrişên komên hikûmeta demkî de şehîd ketine.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên şervanan wiha ne:
Şerzan Sasûn
Navê fermî: Îsmet Altay
Navê dayîkê: Sinko
Navê bav: Necmî
Cihê jidayîkbûnê: Êlih
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 18ê Kanûna Paşîn a 2026an
Raman Soro
Navê fermî: Abdullah Dadak
Navê dayîkê: Xalisa
Navê bav: Ashan
Cihê jidayîkbûnê: Êlih
Cih û dîroka şehadetê: Hisîça-Rêya Ebyedê, 20ê Kanûna Paşîn a 2026an
Hemze Hesekê
Navê rast: Mihemed Mihemed Emîn
Navê dayîkê: Îman
Navê bav: Sefwan
Cihê jidayîkbûnê: Amûdê
Cih û dîroka Şehadetê: Mekmen, 17ê Kanûna Paşîn a 2026an
Dilşêr Hesekê
Navê rast: Xelîl Şêx Namis
Navê dayîkê: Zehiya
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê: Hisîça
Cih û dîroka şehadetê: Hisîça-Alya, 20ê Kanûna Paşîn a 2026an
Abdullah Silêman
Navê rast: Abdullah Silêman
Navê dayîkê: Meryem
Navê bav: Xalid
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 18ê Kanûna Paşîn a 2026an
Egîd
Navê rast: Hisên El Ebid
Navê dayîkê: Xatûn
Navê bav: Seîd
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor, Kanûna Paşîn a 2026an