Li Amedê ‘Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê’ hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Çend partî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên Bakurê Kurdistanê li Amedê bi navê “Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê” konferansek li dar xist.
PÊLKURD, Platforma Ciwanên Serbixwe( PCS), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û çend kesayetên serbixwe li Amedê "Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê" li dar xist û daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Partî û rêxistinên navborî di daxuyaniyê de bal kişand ser rûdanên li Rojhilata Navîn û xwest ku miletê Kurd li ser axa xwe bibe xwedî statuyeke siyasî.
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
"Bipêşketinên dawî yên herêmî û şerê li hemberî Îranê nîşan didin ku dê li Rojhilata Navîn balansa hêz û têkiliyan ji nû ve were guhertin.
Em di pêvajoyeke dîrokî ya wisa re derbas dibin ku ji bo miletê Kurd hem firsend û îmkanên mezin dertên meydanê hem jî xeteriyên cidî xuya dibin.
'Pêşî li bipêşketina miletê Kurd hatiye girtin'
Welatê me çar parçe bûye û di bin hukmê dagirkeriyê de ye. Nêzîkî du sed sal in ku têkoşîna azadî û serxwebûna miletê Kurd didome.
Dagirkeran bi komkujî û jenosîdên bêhejmar xwestiye vê daxwazê têk bibin.
Her wiha ji bo tunekirina çand û zimanê Kurdî jî polîtîkaya zilm û asîmîlasyoneke bêhempa hatiye meşandin.
Polîtîkayên dijwar ên koçberî û îskana mecbûrî hatine tetbîqkirin. Di encama vê de pêşî li bipêşketina aborî, civakî û çandî ya miletê Kurd hatiye girtin û Kurdistan kirine wekî cihê şewatê.
Lê belê tevî van hemû cureyên polîtîkayên înkar û tunekirinê nekarîne îrade û têkoşîna azadiya miletê Kurd tune bikin.
Her nifşekî miletê Kurd ji nû ve rabûye ser pêyan. Wan parastina mafê serwerî û xwebirêvebirina li ser axa welatê xwe domandiye.
'Statukoya heyî nikare bidome'
Îro bipêşketinên ku li herêmê û qada navneteweyî rû dane, bi awayekî zelal nîşanî me didin ku ev statukoya heyî nikare bidome.
Ev statuko li ser qebûlnekirina mafên neteweyî û demokratîk ên bingehîn ên miletê Kurd hatiye damezirandin.
Tevî vê yekê, di wê pêvajoya ku dewleta Tirkiyeyê daye destpêkirin û ragihandiye de mafê xwebirêvebirina bi statuyeke siyasî nîne.
Hebûna neteweyî ya miletê Kurd û maf û azadiyên wî yên neteweyî-demokratîk nehatine qebûlkirin.
Çarçoveyek ku van mafên Kurdan di bin garantiya destûrê de biparêze nehatiye diyarkirin.
Wisa xuya dibe ku ev nêrîn ne perspektîveke çareseriyê ye. Beravajî wê, stratejiyeke mijûlkirinê ye û dixwazin bi dirêjkirina pêvajoyê re bi ya xwe bikin.
'Mafê rewa yê miletê Kurd e'
Ji aliyê din ve jî nêrînên wisa hene ku dixwazin çareseriya doza Kurd û Kurdistanê di çarçoveya têgehên 'Komara Demokratîk', 'Neteweya Demokratîk' û 'Entegrasyona Demokratîk' de asê bikin.
Ev nêrîn hebûna welat û neteweya Kurd û mafê serwerî û xwebirêvebirina bi statuyeke siyasî ya li welatê xwe rewa nabîne.
Ev nêrîn, dijberê daxwazên neteweyî yên miletê Kurd e.
Di rewşeke wisa de, bê guman wekî ku li gelek herêmên dinyayê hatiye dîtin, mafê meşrû û rewa yê miletê Kurd e ku di statuyeke siyasî ya wekhev û yeksan de xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Di vê çarçoveyê de, divê Kurd jî bigihîjin mafên xwe û di welatê xwe de, di bin birêvebiriyeke neteweyî-demokratîk de xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Pêkanîna vê yekê, ji bo dînamîk û pêkhateyên civakî yên Kurd û Kurdistanî wezîfeyeke dîrokî ye.
Di vê çarçoveyê de, ew partiyên siyasî, kom û kesayetên serbixwe yên ku mafê diyarkirina çarenivîsê û xwebirêvebirina miletê Kurd diparêzin, 14ê Adara 2026an li Amedê kom bûn.
Wan 'Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê' li dar xist.
Biryarên ku hatine girtin
Di encama nîqaş û nirxandinên konferansê de ev biryar hatin girtin:
- Beşdarên konferansê derbarê pêkanîna yekitiya neteweyî de îradeyeke bihêz diyar kir. Her wiha bi zelalî û biryardarî hat destnîşankirin ku ev îradeya derketiye holê, divê veguhere saziyeke temsîla neteweyî ya berfireh û bihêz.
- Ji bo pêkanîna îradeya destnîşankirî, bi yekdengî 'Komîteya Hewldanê' hat wezîfedarkirin. Ji bo pêkanîna vê wezîfeya dîrokî îradeyeke hevpar hat nîşandan ku ev komîte bi xebata meydanî were berfirehkirin û di encamê de gavên ji bo sazîbûna xebata neteweyî werin avêtin.
- Bi yekdengî hat qebûlkirin ku ji xeynî pêkhateyên konferansê divê bi partî, kom, sazî, rêxistin û kesayetên din ên ku nêzîkî hev difikirin re jî diyalog were danîn. Ev yek ji bo pêkanîna platformeke berfireh a temsîla neteweyî pêwîst e.
- Bi awayekî eşkere daxwaza serwerî û xwebirêvebirina miletê Kurd a li ser axa xwe hatiye diyarkirin. Pêwîstî û girîngiya têkoşîna neteweyî-demokratîk a li ser zemîneke siyasî, sivîl û meşrû hat destnîşankirin.
- Ji bo ku têkoşîna meşrû ya mafxwaziya miletê Kurd li qada neteweyî û navneteweyî hîn baştir were parastin, pêwîstiya amadekariya bernameyeke çalakiyan a berfireh û realîst hat erêkirin.
- Hat erêkirin ku divê pêwendî bi Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê re hebe. Her wiha divê hevkarî bi wan re were kirin û piştgirî bidin têkoşîna wan a neteweyî ya mafdar.
Di konferansê de daxuyaniya îradeyê û biryarên ku hatine girtin, bi yekdengî hatin qebûlkirin.
Beşdaran ji bo pêkanîna van berpirsiyariyên dîrokî desthilat da Komîteya Hewldanê.
Di vê çarçoveyê de bangî raya giştî û gelê Kurdistanê hat kirin ku piştgiriyê bidin vê berpirsiyariya dîrokî.
Ji bo avakirina saziyeke hevpar a temsîla neteweyî, bangî hemû aliyên siyasî û civakî hat kirin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."
Ev daxuyanî li ser navê Hewldana Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (PÊLKURD, Platforma Ciwanên Serbixwe( PCS), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û çend kesayetên serbixwe) hatiye belavkirin.