ÎRAQ - Baregeheke Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê xaleke kontrolê hat bombebarankirin.

Berpirsekî xwecihî yê parêzgehê diyar kir ku di encama êrişê de 6 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûne.

Di bombebaranê de her wiha polîsek û 2 sivîl jî birîndar bûne.

Bombebaran îro demjimêr derdora 15:30yî çêbû.

Jûra ewlehiyê ya Heşdî Şebiyê ya li xala kontrolê ya "Şehîd Heyder" a li deriyê navçeya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê hat bombebarankirin.

Hat zanîn ku ev jûr bi ser Fermandariya Operasyonên Rojavayê Enbarê ve ye.

Daxuyaniya Heşdî Şebiyê

Heşdî Şebiyê li ser bombebaranê daxuyaniyek belav kir.

Heşdî Şebiyî da zanîn ku di bombebaranê de 6 çekdarên wan hatine kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûne.

Şêwirmendê Ewlehiyê yê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Enbarê Ebdula Cuxêfî li ser bombebaranê ji axivî.

“Balafirên şer rasterast kir armanc”

Ebdula Cuxêfî got, “Bombebaran bi balafirên şer hat kirin û rasterast jûra ewlehiyê ya Heşdî Şebiyê ya li xala kontrolê kir armanc.

Di encamê de 5 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn.”

Li gorî gotina Ebdula Cuxêfî, di heman bombebaranê de karmendekî hêza polîsên hawarçûnê ya Enbarê yê ser bi Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ve ku li xala kontrolê bûye, birîndar bûye.

Her wiha hat diyarkirin ku bi wî polîsî re 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.