Helsinkî (Rûdaw/ANF) - Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê bi beşdariya 29 navend, rêxistin, sazî û partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, dostên Kurdan ên Fînlandyayi bi boneya salvegera Enfalê meşek pêk hat û ji dewleta Fînlandiyayê hate xwestin ku Helepçe û Enfalê weke qirkirin bi fermî nas bike.
29 , rêxistin, sazî û partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, dostên Kurdan ên Fînlandyayî li paytext Helsinkiyê meşeke berfireh li dar xistin. Di meşê de gelek Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn, ji parlemento û hukûmeta Fînlandyayê hate xwestin ku Enfalê weke qirkirin nas bike.
Meş duh saet 13.00 -15.00an heta pêşiya deriyê Parlamentoyê pêk hat. Piştî axaftinên bi Kurdî û Fînî hatin kirin, li ser navê beşdarên meşê şandeyek bi rayedarên komîsyona mafê mirovan a Parlamentoyê re hevdîtin lidarxist. Komê ji wana xwestin ku komkujiya Helepçe û Enfalê weke qirkirin ango “genocide” (jenosayd) nas bike.
Herwiha, meşvanan ji dewleta Fînlandiyayê xwest ku ji bo ev qirkirina ku li Başûrê Kurdistanê di salên 1980’an de li hemberî Kurdan pêk hatî û di encamê de herî kêm 182 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan, di qada navneteweyî de jî were nasîn, hewl bide.