Barzanî tund axivî: Ev xiyanet e
Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanî Mesûd Barzanî ragihand ku, hin alî û kes propegendayê ji bo “şerê navxweyî” û “sîstemê dû rêvebriyê” li Herêma Kurdistanê dikin. Herwiha da zanîn ku, metirsî li ser asayişa neteweyî û niştimaniya Kurdistanê heye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî Parlementoya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, part û aliyên Siyasî yên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir.
Barazanî di peyama xwe de ragihand: “Dijmin û neyarên gelê Kurdistanê hemû rê girtin bo xebata gelê Kurdistanê ji nav bibin. Ji kuştin û enfal û qirkirinê bigre heta kîmyabaran û dorpêçkirin û zindanî, herwiha derxistina fitne û berdana hev û birîna qutê xelkê û êrişa terorîstan.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Lê belê pişt bi xwedayê mezin û hîmet û xweragiriya gelê me, Kurdistan karî li ser hemû plan û dijminkariyan de serbikevê û şikest û şermezarî jî ji bo dijminan maye. “
Mesûd Barzanî wiha got: “Niha gelê me ji hemû demekê zêdetir nêzîkî serkeftin û destkefta mezin e. Lê belê mixabin ku ji bo dijayetîkirina gelê Kurdistanê awayeke nû ya nepakiyê derketiye, ku bi rêyên cûrbicûr û bi daxuyanî û nivîsan bang ji bo şerê navxweyî û fitneyê dikin, herwiha bo zîndîkirina veqetandin û dû rêveberiyê li Herêma Kurdistanê dikin. Eve ne azadî ye, lê belê ev hewldan xiyanet e li gel û niştiman û birêvebirina berjewendî û siyaseta neyarên Kurdistanê ye.”
Barzanî ragihand: “Nabê bi tu awayekî rê bê dayîn ev nêrîna ne niştimanî li Kurdistanê de hebe. Ev mijar metirsî ye li ser asayişa neteweyî û niştimaniya Kurdistanê û hemû ew destkeftên bi xwîn û rondikan pêkhatine dixe bin gef û tehdîdan de.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha daxwaz ji Parlementoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dawakariya Giştî dike bi erkê xwe rabin û riyên gunca û yasayî li dijî van tevgerên neniştimanî û metirsîdar li ber bigrin û çareseriyeke yasayî û fermî ji bo rêgirtina li belavkirina van nêrînan, peyda bikin ku jiyana xelkê û yekperçeyî ya niştiman û bexteweriya welat dike armanc û banga şerê navxweyî û dû rêveberiyê dikin.
Herwiha Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dike ku bi hemû hêza xwe ve rêgiriyê li derketina van dengan û nêrînên neniştimanî bigrin.
Daxwaz jî ji xelkê serbilind ên Kurdistanê dike ku êdî derfet nedin van xelkan û van tevgerên li dijî niştiman ku li belavkirina hizrên şerê navxweyî û fitneyê de berdewam bibin û em hemû hêza xwe ji bo parastina Kurdistanê û yekrêziya gelê xwe yek bixîn.