Duhok (Rûdaw) - Her sal 3 hefte piştî cejna rabûna Îsa Mesîh, Xiristiyanên navçeya El Qoş a Başûrê Kurdistanê, cejna Ruban Hurmiz pîroz dikin, Ruban Hurmiz an Melîk Hurmiz li navçeya El Qoş û di singê çiya de, dêrek ava kiriye ku temenê wê vedigere 1300 sal berê û her sal Xiristiyanên navçeyê, berê xwe didin wê dêrê û cejna Ruban Hurmiz pîroz dikin.
Cejna Ruban Hurmiz ji du rojan pêk tê, rojek ji bo Xiristiyanên derveyî nahiya El Qoş, roja duyem ji bo xelkê El Qoşê.
Esmer Xoşaba ku ji bo pîrozkirina cejnê hatiye dêrê, ji Rûdawê re diyar kir: "Ev helkefteke taybet û bîrewer e. Em vî kesayetî û karê wî yê pîroz ku pêşkêş kiriye, bi bîr tînin."
Welatiyê bi navê Ceher Binyamîn jî got: "Ez ji xelkê Eynkawa me û ez hatim ser gora Ruban Hurmiz daku dua bikim bo xelkê aware vegerin malê xwe û careke din derbeder nebin."
Li dêra Ruban Hurmiz di salê tevî de tenê qudasek birêve diçe, ew jî qudasa cejna Ruban Hurmiz e ku ev dêr ava kiriye.
Qeşeyê Dêrê Hiruz Şemûn ji Rûdawê re ragihand ku salê qudasek li wir birêve diçe, lewma li wir qeşe nemane, hêvî dike ku qeşe berê xwe bidin wê dêrê.
Welatiyê bi navê Ednan Selîm dibêje: "Em ji rojên reş û DAIŞê xilas bûn û xelk kêf û semayê bi dilê xwe dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse