Cenazeyê Elaedîn Hemam gihîşt Rojava
Hewlêr (Rûdaw) - Îro cenazeyê Endamê Komîteya Şêwirmendiya PDK-Sê Elaedîn Hemam yê ku li Almanyayê koça dawiyê kiribû bo rojavayê Kurdistanê hat vegushetin.
Cenazeyê Endamê Komîteya Şêwirmendiya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) yê ji Kobanê Elaedîn Hemam, ku li Almanyayê koça dawiyê kiribû, di deriyê Ibrahîm Xelîl re derbasî Başûrê Kurdistanê bû û di deriyê Pêşabûr - Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Biryare sibe li bajarokê Şêranê li Herêma Kobanî were binaxkirin.
Elaedîn Hemam ji xortaniya xwe de, li Rojavayê Kurdistanê tevlî nav refên tevgera siyasî ya kurd bibû û herî dawî di pêvajoya xwe ya siyasî de, endamê Komîteya Şêwrmendiya PDK-Sê bû. Ji ber karê xwe yên siyasî, di jiyana xwe de gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin û îşkence kirin.
Cenazeyê Endamê Komîteya Şêwirmendiya PDK-Sê Elaedîn Hemam, ji Almanyayê bo Rojavayê Kurdistanê hate veguhistin û wê sibe li goristana bajarokê Şêranê li herêma Kobanî were binax kirin.
Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, rêxistina PDK-Sê li Kobanî hemû amedekarî kirine, ku cenazeyê Elaedîn Hemam, sibe sibehê bi merasîmeke fermî ji aliyê partiya wan ve, li bajarokê Şêranê were binaxkirin.
Wekî wefadariyekê ji kar û xebata wî re, îro li deriyê Îbrahîm Xelîl û Pêşabûrê, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, serkirde û hevalên wî yên PDK-Sê, dost û heval û serkirdeyên tevgera partiyên siyasî ya kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêşwazî li termê Elaedîn Hemam kirin û jê xatir xwestin.