WAN - Orhanê bi kenê xwe bûbû sembola çalakiyan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Muhammed Orhanê ku bi kenê xwe bûbû sembola çalakiyên Wanê hat berdan.

Muhammed Orhanê 18 salî di dema çalakiyên Wanê yên ji ber nedana mazbataya şaredarbûnê ya Abdullah Zeydan de hatibû desteserkirin.

Orhan piştre jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Parezêrê wî Diyar Kesercî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Muhammed Orhan piştî îtîraza wan hate berdan. 

Çi bûbû?

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 55,48ê dengan wergirtin û bû yekem.

Lê lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da mazbataya şaredarbûnê bide namzedê AK Partiyê ku li Wanê bûbû duyemîn.

Piştî vê yekê gelê Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daket kolanan û bertekeke gelekî tund nîşanî vê biryarê da.

Polîs û leşkeran li gelek cihan êrişî xelkê kir, zarok jî di nav de şkence li xelkê hat kirin.

Lê milet ji ser a xwe nehat xwarê û protesto berfirehtir û mezintir bûn.

Wan navenda protestoyan bû xelkê Wanê herikî kolanan.

Wê demê dîmenên kêliyên ku Muhammet Orhan ji aliyê du polîsan ve hatibû desteserkirin belav bûn.

Du polîsan ew dibir qereqolê lê ew dikeniya û bi destê xwe silav dida xelkê li derdorê.

Zarokê rûken bi carekê re bi kenê xwe ket rojevê û bi hezaran kesan wêneyên wî belav kirin.