Bavê êrişkarê dibistana li Mereşê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ugur Mersînliyê bavê wî xwendekarê ku li Mereşê êrişî dibistanê kiribû, bi biryara dadgehê hat girtin.

Tê zanîn ku Ugur Mersînlî karmendekî berê yê hêzên ewlehiyê ye.

Doh li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarê pola 8an Îsa Aras Mersînlî êrişî Dibistana Navendî ya Ayser Çalîkê kir.

Di encama vê êrişa çekdarî de, mamosteyek û 8 xwendekaran canê xwe ji dest da.

Her wiha 13 kes jî birîndar bûn ku rewşa 3 kesan giran e.

Hat zanîn ku xwendekarê êrişkar piştî komkujiyê xwe jî kuştiye.

Dayîk û bav hatibûn desteserkirin

Piştî vê bûyera diltezîn, bavê êrişkar Ugur Mersînlî û dayîka wî Peyman Pinar Mersînlî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ugur Mersînlî doh piştî desteserkirinê, bi biryara dadgehê hatiye girtin.

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê her wiha destnîşan kir ku bûyer ne "êrişeke terorîstî" ye û ev tenê "bûyereke şexsî" ye.