DOZA NARÎN GURANÊ - Nevzat Bahtiyar bi tawana alîkariya kuştinê hat mehkûmkirin

Hewlêrê (Rûdaw) - Li Amedê di doza kuştina Narîn Guranê de gumanbar Nevzat Bahtiyar bi tawana "alîkariya kuştina bi qestî" 17 salan cezayê girtîgehê wergirt.

Narîn Guran di 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê ya navçeya Rezan winda bûbû.

Termê wê piştî 19 rojan li ber devê çem bi veşartî hatibû dîtin.

Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û li dijî endamên malbatê û cîranên wan doz hatibû vekirin.

Di dadgehkirina ewil de; apê wê Salîm Guran, dayîka wê Yuksel Guran û birayê wê Enes Guran bi tawana "kuştina bi qestî ya zarokekê" cezayê muebeta giran wergirtibûn.

Cîranê wan Nevzat Bahtiyar jî bi tawana "ji nav birina delîlên tawanê" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê wergirtibû.

Lê belê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryar da ku çalakiya Bahtiyar divê di çarçoveya "alîkariya kuştina bi qestî" de were nirxandin û ceza xera kir.

Dadgeh: Alîkariya kuştina bi qestî

Piştî biryara xerakirinê, doz ducare hat dîtin û dadgehê biryar da ku Nevzat Bahtiyar tawana "alîkariya kuştina bi qestî" kiriye.

Dadgehê bêyî tu daxistinan 17 salan cezayê girtîgehê da Bahtiyar.

Li gorî dosyeya lêpirsînê, termê Narîn Guranê di nav tûrekî de li ber devê çem hatibû hiştin û serê wê bi kevir û daran hatibû girtin.

Dîmenên kamerayên ewlehiyê eşkere kiribûn ku Bahtiyar bi otomobîla ku term tê de bû çûye cihê bûyerê.

Bahtiyar di parastina xwe de îdia kiribû ku wî tawan encam nedaye, tenê term veguhastiye.