Hêzên Amerîkayê ji Baregeha Qesrikê vekişiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Amerîkayê û Koalîsyona Navneteweyî ji Baregeha Qesrikê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê vekişiyan û baregeh radestî hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kir.
Li gorî zanyariyan, li bajarê Hisîçayê di navbera Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo û fermandarên hêzên Amerîkayê de civînek hat lidarxistin.
Piştî vê civînê, hêzên Koalîsyona Navneteweyî Baregeha Qesrikê radestî Fermandariya Herêma Rojhilat kir.
Alîkarê Fermandarê Fîrqeya 60î General Çiya Kobanî baregeh wergirt.
Ev pêngav, di çarçoveya rêkeftina nû ya birêxistinkirina hêzên leşkerî yên li herêmê de hat avêtin.
Vekişîna ber bi Urdinê ve
Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya pêvajoya jinûvebicihbûnê de ji baregehê derketin û berê xwe dan Urdinê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) û hinek çavkaniyên xwecihî, di dema valakirina baregehê de hinek wesayît û kel û pelên leşkerî hatine şewitandin.
Lê belê tevî vê vekişînê jî artêşa Amerîkayê hîn li nivîsgehên ewlehiyê yên li Qamişlo û Hisîça û her wiha li Baregeha Îstirahet el-Wezîrê hebûna xwe didomîne.
Yekbûna HSD û Wezareta Parastinê
Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ev pêngav di çarçoveya tevgerên dawî yên Koalîsyona Navneteweyî de pêk tê ku dixwaze hêzên xwe li herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê ji nû ve belav bike.
Her wiha ev pêşhate wekî encameke peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî de tê dîtin.
Bi vê peymanê, şervanên HSDyê tevlî lîwa û pêkhateyên leşkerî yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dibin.
Divê were bibîranîn ku 14ê Adara borî hêzên Amerîkayê ji Baregeha Xirab El Cîrî ya li Rimêlanê vekişiyabûn.
Ew baregeh jî piştî ku cebilxane û kel û pelên kevn hatin îmhakirin, radestî komîteyeke Wezareta Parastinê û Hêzên Asayîşê hatibû kirin.