Rêber Ehmed: Em peymanên li dijî îradeya xelkê Kerkûkê qebûl nakin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku ew ne beşek ji vî şerê li herêmê ne û wan rê nedaye ku Herêma Kurdistanê li dijî Îranê were bikaranîn.
Rêber Ehmed derbarê postê parêzgariya Kerkûkê jî got ku ew peymana 'Otêla Reşîdê' ya Bexdayê red dikin û beşdarî ti civîna ku li ser wê bingehe be nabin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferanseke rojnamegeriyê de li ser êrişên li Herêma Kurdistanê bersiva pirsa Rûdawê da.
Rêber Ehmed got, "Helwesteke me ya neguher heye. Me ragihan0diye ku em ne beşek ji vî şerî ne û em dê nebin beşek jê jî.
Ne berê û ne jî niha ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ti hewl ji bo têkdana aramî û ewlehiya li ser sînorên bi Îranê re nehatiye dayîn."
"Em ne beşek ji şer in"
Wezîrê Karên Navxwe her wih diyar kir: "Me rê nedaye ti kes û aliyî ku Herêma Kurdistanê ji bo dijayetîkirin û lêdana Komara Îslamî ya Îranê bi kar bîne.
Lê cihê mixabiniyê ye ku ji her aliyî ve, ji navxweyê Îraqê û ji wî aliyê sînoran ve êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.
Aramî û ewlehiya xelkê Kurdistanê tê armanckirin."
Rêber Ehmed tekez kir ku ev yek cihê qebûlkirinê nîne û pêwîst e ev êriş werin rawestandin û got:
"Çimkî em ne beşek ji şer in û em nebûne gef jî li ser ti aliyî."
Rêber Ehmed behsa pirsa pêkanîna îdareya Kerkûkê kir û da zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wekî aliyekî sereke, hêvîdar bû ku îdareyeke rewa li gorî xwesteka xelkê Kerkûkê were avakirin.
Peymana Otêla Reşîdê
Wezîrê Karên Navxwe pê de çû, "Me zû komîteyeke dan û standinan pêk anî û li Bexdayê bi amadebûna Serokwezîrê Federal çend civîn hatin kirin.
Em di wê qonaxê de bûn ku di navbera hemû aliyên serkeftî yên hilbijartinê de (Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî) lihevkirinek çêbibe.
Hindik mabû em bigihîjin encamekê lê ji nişka ve me zanî ku çend kom û alî li Otêla Reşîdê li hev kiriye."
Rêber Ehmed derbarê helwesta PDKyê de wisa axivî:
"Helwesta me zelal e. Her peymana li derveyî rewabûn û îradeya xelkê Kerkûkê be li cem me nayê qebûlkirin.
Her peymana ku li ser bingeha civîna Otêla Reşîdê be, em encamên wê red dikin.
Em bi ti awayî beşdarî ti civînê nabin ku li ser wê bingehê hatibe avakirin."
10ê Çiriya Pêşîn a 2024an, bêyî beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenan û beşeke Ereban a Meclisa Parêzgeha Kerkûkê, di civîneke li Otêla Reşîdê ya Bexdayê de, parêzgar û serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê hatibûn hilbijartin.
"Pirsgirêka me ne kes e, pirsgirêka bingehî ye"
Li gorî lihevkirinê YNK postê parêzgarê Kerkûkê bide Eniya Tirkmenan.
Wezîrê Karên Navxwe amaje bi wê yekê kir ku li cem PDKyê pirsgirêk ne pirsgirêka kesan e, belkî pirsgirêka bingehî ye û got:
"Ne girîng e kî parêzgar e û kî dibe parêzgar. Tiştê girîng ew e ku ew îdareya ku tê avakirin nûnertiya îradeya dengderên Kerkûkê bike. Pirsgirêka me bi wî bingehî re heye ku îdare li ser hatiye avakirin ku ew jî bazariyek bû."
Wezîrê Navxwe di bersiva pirseke din a Rûdawê de behsa pirsa "komdengiyê" kir û got ku wan dikarîbû piraniyê pêk bînin lê wan ev yek nekir çimkî wan komdengî (lihevkirina hemûyan) dixwest.
Rêber Ehmed di vê derbarê de got, "Di destpêkê de ji bo yekdengiyê, piraniya endamên Meclisa Kerkûkê (ji Ereb û Tirkmenan) li gel me wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn.
Gelek derfet hebûn ku em civînê bikin û piraniyê ferz bikin lê rênimayiya Cenabê Serok (Mesûd Barzanî) ew bû ku pêwîst e hemû alî bi hev re îdareya Kerkûkê bikin. Lewma me sûd ji wê derfetê wernigirt."
Rêber Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku aliyên din tenê carekê karîbûne piraniyê çêbikin û wisa axivî:
"Ew jî bi piştgiriya kesên din li Otêla Reşîdê rûniştin û wan piraniyekê nerewa li ser xelkê Kerkûkê ferz kir."