Di Doza Gulistan Dokuyê de qonaxeke dîrokî: Cara yekem kesek hat girtin
Dêrsim (Rûdaw) - Di doza xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de qonaxeke nû û dîrokî dest pê kir.
Ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve ti agahî ji Gulistan Dokuyê nayê wergirtin.
Polîsê ku ji kar hatiye avêtin Gokhan Ertok li Enqereyê hatibû desteserkirin û ew biribûn Dêrsimê.
Gokhan Ertok di çarçoveya lêpirsîna ku bi gumana "kuştinê" tê birêvebirin de hat girtin.
Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku nêzîkî 6 sal in wenda ye.
Dosyeya wê di bin ronahiya delîl û şahidiyên nû de ji nû ve hat vekirin.
Tîmeke taybet hat avakirin
Serdozgera Komarê ya Dêrsimê Ebru Cansuya ku bi biryarnameya Desteya Dadwer û Dozgeran (HSK) hatibû tayînkirin ferman da û bêdengiya li ser lêpirsînê xera kir.
Serdozger Ebru Cansuyê xwest ku ji bo dosyeyê tîmeke taybet bê avakirin.
Piştî vê daxwazê, bi gumana kuştinê biryara desteserkirinê ji bo 13 kesan hat dayîn.
Li 7 bajaran di heman demê de operasyon hatin kirin.
Di encama operasyonan de 13 şikdar hatin desteserkirin.
Hevalê Gulistan Dokuyê yê wê demê Zaînal A. û kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, M.T.S. jî di nav wan 13 kesan de ne.
Di dosyeyê de girtina yekem
Yek ji wan kesên desteserkirî polîs Gokhan Ertok bû ku berê ji Rêxistina Ewlehiyê hatibû avêtin.
Ew ji Enqereyê veguhastin Dêrsimê û lêpirsîna wî hat kirin.
Ertok piştî îfadeya xwe ya dozgeriyê bi gumana "kuştina biqesdî" sewqî dadgehê hat kirin.
Dadgehê biryara girtina wî da û ew şandin girtîgehê.
Ev biryar, di dosyeya Gulistan Dokuyê de wekî yekem girtina ku bi salan dihat çaverêkirin derbasî qeydan bû.
Lêgerîna edaletê ya malbatê didome
Malbat û parêzerên Gulistan Dokuyê bi salan e ji bo ku dosye neyê girtin têkoşîneke hiqûqî ya mezin didin.
Berê tohmetên li ser Zaînal Abarakov û derdora wî bêencam mabûn û vê yekê di nav raya giştî de bertek çêkiribûn.
Li gel vê bipêşketinê, hat ragihandin ku kar û barên 12 gumanbarên din ên desteserkirî yên li dadgehê didomin û dê lêpirsîn were kûrkirin.
Gulistan Doku serê sibeha 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ji şevîmana ku lê dima derketibû.
Piştî wê rojê careke din ti agahî jê nehatibû wergirtin.
Demeke dirêj li gola bendavê û derdora wê lêgerîn hatibûn kirin lê ti encam nehatibû bidestxistin.