Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku ew her ji destpêkê ve li dijî Peymana Otêla Reşîdê bûne ku bi wê peymanê parêzgarê Kerkûkê û postên din hatin diyarkirin.
Mehmûd Mihemed her wiha destnîşan kir ku rewşa niha encam û berdewamiya wan bazariyan e.
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed posta parêzgariyê ya Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.
Mehmûd Mihemed di daxuyaniya xwe de li ser rewşa Kerkûkê axivî û got:
"Derbarê vê rewşa ku li Kerkûkê derketiye pêş, em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê her tim piştgiriyê didin mafên pêkhateyên Îraq û Herêma Kurdistanê.
Em bi awayekî eşkere radigihînin ku aramî û bipêşketina welatê me bi dabînkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebî ve girêdayî ye.
Em di wê baweriyê de ne ku Kerkûk navenda bihevrejiyana hemû pêkhateyên xwe ye."
"Em li dijî wan bazariyan bûn"
Mehmûd Mihemed diyar kir ku helwesta partiya wan zelal e û pê de çû:
"Em li dijî wan bazariyên bêyî niyetpakiyê bûn ku li Otêla Reşîdê hatin kirin.
Ev bazarî bêyî beşdariya aliyên siyasî yên ku nûnertiya xelkê berxwedêr ê Kerkûkê dikin, li ser vî bajarê delal hatin sepandin.
Ev rewşa niha jî encam û berdewamiya wan bazariyan e."
Berdevkê PDKyê anî zimên ku wan wekî PDKyê ji bo Kerkûka niştiman û xelkê wê yê delal gelek qurbanî dane.
Mehmûd Mihemed daxuyand ku hemû helwest û hewlên wan ji bo serbilindî û bexteweriya xelkê Kerkûkê bûne û wiha pê de çû:
"Ji ber vê yekê, em dê li gel wan biryar û raspardeyan bin ku bi hevbeşî ji aliyê hemû aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyan ve werin dayîn."
Serok Barzanî jî peyamek da
Her îro Serok Mesûd Barzanî jî li ser heman babetê peyamek belav kiribû û gotibû:
"Em bi ti awayî li gel wê yekê nînin ku bi rêya berdewamkirina li ser bazariyên gumanbar ên Otêla Reşîdê, lîstik bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan bê kirin."
Peymana Otêla Reşîdê
10ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Bexdayê li Otêla Reşîdê civînek hatibû kirin û parêzgar û serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê hatibûn hilbijartin.
Ev civîn bêyî beşdariya PDKyê, Eniya Tirkmenan û beşeke Ereban a Meclisa Parêzgeha Kerkûkê û tenê bi tevlîbûna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û çend aliyan hatibû kirin.
Li gorî zanyariyan, dê di van rojan de YNK postê parêzgarê Kerkûkê bide Eniya Tirkmenan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse