Galeriya wêneyan

3 demjimêr berê
9 Photos
RÛDAW

Tîmên pispor bi hevahengî û hevkariya rêxistinên navneteweyî dest bi vekirina sê gorên bikom li rojavayê bajarê Mûsilê kir.

Di van goran de termên Pêşmergeyan û xelkê sivîl hene.

Birêvebirê Peymangeha Tiba Dadî ya Hewlêrê Dr. Yasîn Kerîm li cihê goran ji Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran re axivî.

Dr. Yasîn Kerîm ragihand ku ji bo pişkinîna DNAyê ji terman nimûne tên wergirtin.

Wî diyar kir ku malbatên 105 Pêşmerge û kesên winda li benda agahiyekê ne ku çarenivîsa ezîzên wan eşkere bibe.

Parêzgarê Nînowayê Ebdulqadir Dexîl ku çavdêriya vekirina goran dike ji Rûdawê re got:

“Bi dilniyayî termên Pêşmergeyan di nav van goran de hene.”

Wî soz da ku piştî temambûna rêkarên yasayî, dê term bi awayekî fermî û hêja werin birêkirin.

Serokê tîmên vekirina gorên bikom ên Îraqê Ehmed Qusey Esedî eşkere kir ku ev gor li herêmên Erhemat û Muşeyrîfeyê ne.

Li gorî Esedî, piştî lêkolîna wêneyên asmanî ev cih hatine diyarkirin û destnîşan kir ku li gorî şopandinên wan, ev tawana hovane meha Adara 2015an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kirin.

Esedî da zanîn ku li gorî şahidan û wan bermahiyên ku heta niha hatine dîtin, qurbanî bi cilên sivîlan in û di nav wan de hejmareke zêde ya jin û zarokan jî hene.

Esedî her wiha got, “Awayê cil û bergên qurbaniyan nîşan dide ku ew Êzidî ne.”

Tê payîn ku piştî derxistina hemû hestiyan, ji bo naskirina nasnameyan wan bişînin Tiba Dadî.

Endamê Komîteya Navneteweyî ya Kar û Barên Windayan (ICMP) Fewaz Ebdulebas li ser pêvajoya derxistina terman agahî dan.

Fewaz Ebdulebas diyar kir ku term bi baldarî û yeko yeko tên derxistin, çimkî ji ber awayê binaxkirinê hestî ketine ser hev û tevlî hev bûne.

Ebdulebas ragihand ku hejmar hîn ne diyar e lê li cihê yekem termên zêdetirî 10 kesan û li cihê duyem jî nêzîkî 16 term hatine dîtin.

Fewaz Ebdulebas destnîşan kir ku li gorî pêşbîniyan dibe ku ev hejmar biguhere û zêdetir bibe.