Çima cenazeyê Pêşmergeya şehîd li mizgeftan nehat qebûlkirin?
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Pêmergeya ji Rojhilatê Kurdistanê Xezal Mewlan ji ber giraniya birînên xwe şehîd ket, mijara redkirina wê ya li çend nexweşxaneyên taybet ên Silêmaniyê û piştre girtina deriyên mizgeftan li ber termê wê, bû rojev.
Termê Xezalê birine mala siyasetmedarekî Kurd û li wir hatiye şûştin.
Heta niha jî biryar li ser danîna şîna wê nehatiye dayîn.
Şehîdbûna Xezal Mewlanê
Xezal Mewlan Çeperabad, pêşmergeyeke Komelaya Zehmetkêşên Kurdistanê bû.
Ew, 14ê Nîsana 2026an li parêzgeha Silêmaniyê di encama êrişeke bi dronê de bi du hevrêyên xwe re birîndar bûbû.
Partiya wê dibêje ku ew êriş ji aliyê "Komara Îslamî ya Îranê" ve hatiye kirin.
Piştî ku Xezal û hevrêyên wê gihandin nexweşxaneyan, çend demjimêr bi ser de derbas bûn, Xezal ji ber giraniya birînên xwe şehîd ket.
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komelaya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand:
"Hevrê Xezal Mewlan Çeperabada ku pêşmergeya Komelayê ye û di êrişa dronê yê Komara Îslamî de birîndar bûbû, piştî ku gihîşt nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdên Komele û Kurdistanê bû."
Çima deriyên mizgeftan li ber termê wê hatin girtin?
Îro mijara şûştin, kefenkirin û veşartina Xezalê bû rojeva medyayê.
Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi Birêvebirê Giştî yê Ewqafê yê Silêmaniyê Mela Ebas Xidir re danî û derbarê rêgirtina li şûştina termê Xezalê ya li mizgeftan de pirs jê kirin.
Mela Ebas Xidir ji Rûdawê re got, "Li gorî şerîetê, jin li mizgeftan nayên şûştin û cihê taybet ê şûştina jinan nîne.
Her wiha nabe ku nemehrem laşê wê bibîne û divê mehremên wê, wê bişon.
Heta niha rê nehatiye dayîn ku termê jinan di nava herema mizgeftê de were şûştin."
Birêvebirê Giştî yê Ewqafê yê Silêmaniyê her wiha got, "Haya me jê tune ku termê wê Pêşmergeyê anîbin mizgeftan."
"Min xwest termê wê li mala me bê şûştin"
Serdar Ebdulah, siyasetmedarekî naskirî yê Kurdistan û Silêmaniyê ye.
Wî ji hevrê û xizmên Xezalê xwestiye ku termê wê li mala wî bişon.
Serdar Ebdulah ji Rûdawê re got, "Wan got cih ji bo şûştina termê Xezalê nîne.
Ew şehîda Kurdistanê ye û mala min cihê hemû şehîdên Kurdistanê ye.
Loma min got ez ji dron û êrişan natirsim û ez amade me mala xwe bikim cihê şûştina termê Xezalê."
Biryar li ser danîna şînê nehatiye dayîn
Serdar Ebdulah diyar kir ku wan piştre termê Xezalê biriye goristanê û got:
"Ez bi Partiya Komeleyê re axivîm û min ji wan xwest ku şîna wê jî li mala me be. Ez niha li benda bersiva wan im."
Serdar Ebdulah derbarê gotegotên redkirina veşartina termê wê ya li çend goristanan de got, "Haya min ji wê yekê nîne û min tiştekî wisa nebihîstiye."
Piştî şehîdbûna Xezalê çi qewimî?
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re ragihand:
"Piştî ku Xezalê dibin Silêmaniyê, destpêkê wê dibin Nexweşxaneya Şoreşê. (Nexweşxaneyeke taybet a pêşmergeyan e û ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve ye).
Li wir midaxeleyên destpêkê yên bijîşkî ji bo wê tên kirin lê cih nabe ku wê razandin. Ew dibêjin wê bibin nexweşxaneyeke din."
Emced Penahî da zanîn ku helwesta Nexweşxaneya Şoreşê ne siyasî bûye û got:
"Wan berê jî gelek birîndarên me derman kirine lê cihê birîndaran li wir sînordar e û wan nekarîbû wê qebûl bikin."
Emced Penahî çîrokê ji Rûdawê re vegot û wiha pê de çû:
"Piştre Xezala birîndar birin Nexweşxaneya Asyayê (Nexweşxaneyeke taybet e li Silêmaniyê) lê wan qebûl nekir û nexwest wê wergirin.
Piştre birin Nexweşxaneya Bexşînê (Ew jî nexweşxaneyeke taybet e), wan jî nexwestin wê derman bikin.
Piştî ku zêdetirî 20 xulekan em rawestandin, ji me re gotin wê bibin Nexweşxaneya Farûqê (Ev jî nexweşxaneyeke taybet e).
Piştî ku Xezal digihînin Nexweşxaneya Farûqê çend xulek derbas dibin. Xezal li ber giraniya birîna xwe xwe nagire û her li wir canê xwe ji dest dide."
"Em nikarin bêyî fermanekê dosyeyên ewlehiyê wergirin"
Rûdawê zêdetir bi dû doza şehîdketina Xezalê ket û bi Berpirsê Ragihandinê yê Nexweşxaneya Bexşînê Karwan Elî re pêwendî danî.
Rûdawê derbarê wernegirtina Xezalê de pirs jê kirin.
Karwan Elî got, "Biryara Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê heye, dosyeyên polîs û asayîşê li nexweşxaneyên taybet nayên wergirtin.
Ev doz girêdayî ewlehiyê bû û pêwîstiya wê bi nivîseke fermî ya aliyên ewlehiyê hebû lê di destê wan de nebû."
Nexweşxaneyê ew ranekiriye beşa çavdêriya hûr
Karwan Elî her wiha got, "Li Nexweşxaneya Bexşînê midaxeleyên destpêkê ji bo Xezalê hatine kirin lê ew nebiriye beşa çavdêriya hûr û nekarîne wê li wir razînin."
Berpirsê Ragihandinê yê Nexweşxaneya Bexşînê eşkere kir ku li pişt wernegirtina Xezalê ti biryara siyasî nebûye û got:
"Heta nehatiye zanîn ku ew birîndara bombebaranê ye û wekî dosyeyeke polîsan miamele pê re hatiye kirin."
"Xezalê neanine nexweşxaneya me"
Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Nexweşxaneya Asyayê di daxuyaniyekê de diyar kir:
"Piştî ku birîndareke bombebaranan gihandin Silêmaniyê, wisa hat belavkirin ku ew anîne Nexweşxaneya Asyayê.
Em hemû wan nûçeyan red dikin, ew ne rast in û ti pêwendî bi me re nehatiye danîn."
Nexweşxaneya Asyayê her wiha got, "Her dema ku nexweşek bînin Nexweşxaneya Asyayê, pêşînî ji bo dermankirina wan e û paşê rêkarên îdarî û yasayî tên bicihanîn."
"Xezalê nebirine nexweşxaneyên Wezareta Tenduristiyê"
Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi Birêvebirê Giştî yê Tenduristiyê yê Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî re danî.
Sebah Hewramî di bersivê de ji Rûdawê re got, "Ew Pêşmerge nebirine ti nexweşxaneyên ser bi Wezareta Tenduristiyê ve."
Dr. Sebah Hewramî her wiha diyar kir, "Destpêkê ew birine Nexweşxaneya Şoreşê ku ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve ye.
Piştre birine nexweşxaneyên Asya û Bexşînê ku ew jî taybet in û ne ser bi Wezareta Tenduristiyê ve ne."
Divê were gotin ku Xezal Mewlan li Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê birîndar bûbû.
Ev kamp kampa hevpar a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.