Birêvebiriya Ewlekariyê: Ji bo 83 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê ragihand ku di lêpirsînên êrişên li ser dibistanên parêzgehên Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê de biryara desteserkirina 83 kesan hat dayîn.

Piştî êrişên li ser dibistanên navçeya Siwêregê ya Rihayê û navçeya Onikişubatê ya Mereşê, derbarê 83 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan gelek kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê derbarê lêpirsînan de got:

“Derbarê 83 kesên ku parvekirinên pesindayîna tawanbaran û têkdana aramiya civakê dikin de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Her wiha 940 hesabên medyaya civakî hatin astengkirin û 93 hesabên Telegramê hatin girtin.

Pêvajoya derbarê gumanbaran de bi berfirehî didome.”

Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî bi tivingê êrişî Dibistana Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu kir.

Di encamê de 10 xwendekar, 4 mamoste, polîsek û karkerekî marketa dibistanê birîndar bûn.

Xwendekarê êrişkar bi heman tivingê dawî li jiyana xwe anî.

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê jî roja çarşemê 15ê Nîsanê xwendekarê pola 8an ê bi navê Îsa Aras Mersinli êrişî Dibistana Navîn a Aysel Çalik kir.

Di encamê de 9 xwendekar û mamosteyek hatin kuştin, 3 kes bi giranî û 13 kes jî birîndar bûn. Xwendekarê êrişkar dawî li jiyana xwe anî.