Sedsaliya Sykes-Picot û rewşa Kurdan

16-05-2016
Paul Iddon
Paul Iddon
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sykes-Picot Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelê ji Peymana Sykes-Picot, ku beriya 100 salî îro hatibû îmzekirin, ziyana herî mezin dîtî bêguman bi milyonan Kurd in ku îro mezintirîn gelê bêdewlet yê cîhanê ye.

 

Peymana ku dawîna Şerê Cîhanê yê Yekem, Rojhilata Navîn di navbera Brîtanya û Ferensayê de dabeş kir parçebûna xaka Kurdan jî bi xwe re anî. Encam: Kurd îro li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo nasname, mafên zimanî û çandî, xweseriya herêmî an serxwebûnê, li dijî dewletên ku xwe jê nabînin ketine têkoşînê.

 

Xêzên ku nûnerên kolonyal Sir Mark Sykesê Brîtanî û François Georges-Picotyê Fransî, bi dizî li ser nexşeyê kişandin, ji wê serdemê ve wekî sedema pirraniya aloziya Rojhilata Navîn têne tometbarkirin.

 

Rêxistina DAIŞê beriya du salan sînorê navbera Sûrî û Iraqê bi awayekî remzî ji holê rakir. Wê demê DAIŞê ragihand ku yek ji armancên cîhada wan nehiştina encamên lihevkirina Sykes û Picot ye.

 

Çekdarekî DAIŞê di vîdyoyekê de, ku piştî pirraniya rojavayê Iraqê ji aliyê wê rêxistinê ve hate bidest xistin, wekî gef li neyarên xwe bixwe digot "ev ne yekem sînorê em dê bişikînin."

 

Mehek dûvre, "xelîfeyê" DAIŞê, Ebû Bekr el-Bexdadî di xutbeyeke înê de li mizgevteke bajarê Mûsilê sond xwar ku dê "ev meşa pîroz, heta em dawîn bizmarê di tabûta fêlbaziya Sykes-Picot de nekutin, dê neraweste."

 

Çileya Paşîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya The Guardianê ya Brîtanî re got, bi nêrîna wî, Sykes-Picotya ewqasî bêbextî anîne serê Kurdan êdî dîrok e.

 

Barzanî got, "wekî ez dibînim hinek ji serokên dewletan gihane wî fikrî ku Sykes-Picot nema. Wisa bibêjin an na, qebûl bikin an na; rastiya meydanê weha ye. Lê weke hun jî dizanin, dîplomat nêrînên xwe ji xwe re dihêlin û di dawînê de aşkera dikin. Carinan haya wan ji pêşveçûnan tune."

 

Kurdên parçebûyî, ev sed sal e ji aliyê hikûmetên her çar dewletên Îran, Iraq, Tirkî û Sûrî ve tepeserkirin. Îro, bi istisnaya Rojhilat, hemû parçeyên Kurdistanê di rewşa şer de ne.

 

Kurdên Başûr xwe rêk xistine û bi hikûmeta fîdral ya Bexdayê ne ewle ne. Serpêhatiyên berê yên zordestî û komkujiya jêr rijîma Seddam Huseynê Beesî lî bîra gel e. Kurd êdî tenê xwe heye ji bo parastina xak û gelê xwe li dijî DAIŞê. Li Başûr, amadekariyên rêfrandûmeke serxwebûnê ku heta dawîna 2016an bê encamdan têne kirin.

 

Li Rojavayê Kurdistanê, herçendî Kurdan xwe ji vebijêrka serxwebûnê vedabe jî, ragihandina federalîzmê ya meha Adarê hem ji aliyê rijîma Beesî ya Sûrî ve, hem jî ji aliyê dijbereya Sûrî ve bi dijwarî hate redkirin. Di nava sînorên Sûriyê de jî be, her du alî jî qebûl nakin Kurd xwedî xwerêvebiriyê bin.

 

Li Rojhilat û Bakur, Kurd gelekî têne çewisandin. Li Bakur, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkî, piştî "pêvajoya aştiyê" û agirbesteke dusalî, careke din dest bi şer kir. Li Rojhilat, Serokê Komara Îslamî ya Îranê sozên guherînê dabûn ku hêjî pêk neanîne.

 

Di sedemîn salvegera Sykes-Picot de, her du dewletên Iraq û Sûriyê li jêr xetereya jinavçûn û parçebûnê de ne.

 

Piştî dehsalên desthilata kêmneteweyan --li Sûriyê, elewî û li Iraqê, sunne; di çend salên dawîn de, guherînên bingehîn bi serê her du dewletan de hatin ku bûn sedema hejîna sazî û unîteriya netewe-dewletiya wan.

 

Mîrata xwînawî ya Sykes-Picot di sedsaliya wê de, li bîra hinek ji berpirsên Amerîkî bû.

 

Cîgirê Serokê Dewlêtên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA), Joe Biden dawîna meha Nîsanê, di dema serdana xwe ya Bexdayê de, di axiftinekê de li gel leşkerên amerîkî bal kişande wê peymanê.

 

Biden di xîtaba xwe de ji leşkeran re got, "li ewqas ciyên ku em we dişînin da ku hun aştiyê biparêzin, bifikirin. Ew ciyên wisa ne, ku di dîrokê de me xêzên çêkirî kişandine ser, dewletên çêkirî afirandine ku ji civakên ji hêla nîjad, çand û dîn ve bi temamî ji hev cihê pêk tên. Dûvre me [ji wan civakan re] gotiye 'ha ji we re, de bi hev re bijin.'"

 

Mesûd Barzanî bi biryar e ku heta dawîna salê rêfrandûmekê li ser cihêbûna ji Iraqê encam bide û Kurdistaneke serbixwe ragihîne.

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ku nêzî PKKê ye, di daxuyaniyeke li ser malpera xwe de, bang li her du rêvebiriyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike ku bibin yek û Sykes-Picot di sedsaliya wê de biavêjine sergoyên dîrokê.

 

Pisporê Sûrî, Profesor Joshua Landis ji berê ve dibêje pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, tiştên beriya 50 salî li Ewrûpayê qewimîne tînine bîra wî.

 

Landis di hevpeyvîneke Rûdawê de got, "beriya Şerê Cîhanê yê Duyem ji sedî 64ê nifûsa Polonyayê Polak bû, piştî şer bi tevahî bû Polak û homojên."

 

Ew herweha mînaka tunekirina cihûyên Ewrûpayê û jinavbirina kemneteweyên Çêkoslovakyaya berê dide.

 

Yugoslavya jî, ji ber ku gelên cihê nikarîn di nava heman sînoran de bi hev re bikin, parçe bû.

 

Landis got, "Iraq belkî xwedî derfet bû ku nasnameyeke hevpar [di nav Kurd û Ereban de] çêke, lê tişta Seddam anî serê Kurdan tu şans û derfet nehişt."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst