Gelo rojîgirtin li ser kê ne ferz e?

Hewlêr (Rûdaw) – Rojîgirtina di meha Remezanê de yek ji ferzên Îslamê ye, lê belê ne şert e ku her kes rojî bigre. Gelo kesên ku nabe rojî bigrin kî ne?

 

Zarok

 

Zarok, bi taybetî jî zarokên di bin 12 salî de nabe rojî bigrin. Nojdar diyar dikin ku dirêjbûna dema rojiyê û germahiya havînê bandor li ser laşê wan dike.

 

Nexweşên tuberculosis (sîl - werem)

 

Nexweşên tuberculosis nabe rojî bigrin, ji bilî ku tendirustiya wan ji ber birçîbûn û tîbûnê xera dibe, eger rojî bigrin dê nikaribin bernameya xwe ya tedawiyê bi cih bînin.

 

Kesên ku gelek lawaz in

 

Kesên ku kêşa laşê wan di bin asayî de ye, pêwîstiya wan bi tedawiya zêdekirina laşê xwe heye, ji ber vê yekê nabe rojî bigrin.

 

Nexweşên penceşêrê

 

Nexweşên hemû cure penceşêran divê hemû hêza xwe ji bo têkoşîna li dijî nexweşiya xwe bi kar bînin, ji ber vê nabe rojî bigrin.

 

Nexweşên şekir

 

Nojdar diyar dikin, kesên ku nexweşiya şekir bi wan re heye, ne baş e rojî bigrin, divê girêdayî rênimayên nojdarên xwe bin û dermanên xwe di dema xwe de werbigrin. Herwiha her roj di dema  xwe de qasî pêwîst xwarin bixwin.

 

Kesên ku kevir di gurçikê wan de heye

 

Kesên ku bi awayekî berdewam pirsgirêk di gurçikên wan de heye, bi taybetî kesên ku di gurçikên wan de kevir hene nabe rojî bigrin, eger rojî bigrin jî divê di bin çavdêriya nojdarên pispor de bin.

 

Nexweşên dil

 

Nexweşên dil divê berî Remezanê ji bo laşê xwe pişkinîneke  giştî bikin, daku bizanin qeweta wan a rojîgirtinê heye an na. Eger doktor biryar bidin ku rojî negire, divê rojî negirin.

 

Nexweşên derûnî yên tund

 

Kesên ku tûşî nexweşiyên derûnî yên tund hatine, divê bi awayekî berdewam tedawî bibin, rojîgirtin bandoreke xirab li ser wergirtina dermanan dike.

 

Nexweşên cîger

 

Kesên ku bi nexweşiyên cîger ketine, divê di bin çavdêriya nojdar de bin, rojînegirtina wan baştir e û divê bala wan li ser tedawiyê bibe.

 

Jinên ducanî

 

Jinên ducanî nabe jibîr bikin ku kesekî din jî di rehmên wan de heye û pêwîstiya wî bi xwarin û enerjiyê heye. Ji ber vê yekê wisa baştir e ku rojî negrin.

 

Dayîkên ku şîr didin zarokên xwe

 

Zarokên ku şîr dixwin, pêwîstiya wan bi şîrê dayîkê heye, ji ber vê yekê pêwîst e dayîk ji bo zarokê xwe rojî negre.