Rêveberiya Xweser 25 hezar lîreyan diyarî dide karmendên xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Bi boneya Cejna Remezanê Rêveberiya Xweser dê diyariya malî bide hemû karmendên xwe.

Rêveberiya Xweser biryar da, bi boneya Cejna Remezanê, ji bo endamên asayişê û karmendên ku di dezgehên Rêveberiya Xweser de kar dikin, 25 hezar lîreya Sûrî weke diyarî wê bide wan, ew jî dike derdora 15 dolaran.

Di daxuyaniya rêveberiyê de wiha hate gotin: “Bi boneya Cejna Remazanê, diyariya malî ji bo hemû karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû rêveberiyên xweser û sivîl de, di nav de Hêzên Asayîşê tê dayîn.

Ji ber keda wan a parastina tenduristiya welatiyan di dirêjehiya dema qedexeya derketina  derve de ya ji ber Koronavîrusê, diyariya malî ji her endamê Hêzên Asayîşê re tê dayîn.”