Artêşa Tirkiyê Zinarê Kêste bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê careke din Zinarê Kêste bombebran kirin û gerîlayên PKKê bi roket avêtin binkeyên Tirkiyê yên ku li herêmê hatine danîn.

Peyamnêrê Rûdawê Huner Reşîd ji gundê Kêste ragihand ku îro ji demjimêr 14:00 heta 15:00 piştî nîvro hêzên Tirkiyê 5 caran Zinarê Kêste bombebaran kirin û di hember de gerîlayên PKK jî çend rokêt avêtine binkeyên Tirkiyê ku li wan naveçan hene. 

Huner Reşîd diyar kir ku navçeyên tên bombebarankirin nêzî gundên nîştecêbûnê ne û bûne sedem ku agir bi poş û pawan û daristanan bikeve.

Tirkiyê da ye xuakirin ku wan şkefteke PKKê ji nav birine û dest dane ser çek û cebilxaneya ku têde bû. 

Di hember de PKKê jî daye zanîn ku wan li Metîna 3 serbazên Tirkiyê kirine armanc û Tirkiyê bi helîkopteran êrîşî Avaşîn û Zapê kiriye.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê êriş û operasyoneke berifeh li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin. Ji ber bombebaranên Tirkiyê gundên Kêste û Çelkê yên li herêmê hatine valakirin.

Operasyona artêşa Tirkiyê bandor li ser mal û milkên welatiyên wê deverê kiriye û ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê roj li pey rojê hejmara gundên ku li herêmên sînorî vala dibin zêde dibe û xelk mal û warên xwe bicih dihêlin û koçber dibin û xelkê mayî jî dibêjin, ew asê mane û cihek li ber wan nemaye ku pezê xwe lê biçêrînin. Lê Enqere rijd e li ser operasyonê û êrîşên xwe berfirehtir dike.

wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar pêştir gotibû ew dixwazin bi kêmtirîn ziyan navçeyê kontrol bikin.