‘Hikûmeta Tirkiyê demografiya Efrînê diguhere’
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê kar û kiryarên hikûmeta Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê wek “proseya guhertina demografiya deverê” binav dike.
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê di raportekê de diyar dike, “Hikûmeta Tirkiyê ajendeyên xwe li Sûriyê cîbicî dike û bi rêya guhertina demografya deverê, dixwaze hebûna Kurdan li Sûriyê tune bike."
Li gor wê raportê, "Tirkiye bi rêya sazkirina çalakiyên olî û rewşenbîrî, şerê çand û kultûra devera Efrînê dike."
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê amaje bi gundên Berava, Qerqîna, Qulkê dike ku hejmara nişteciyên wan gundan di kêmbûnê de ye û radigihîne, “Di heyama salekê de, saziyên ser bi hikûmeta Tirkiyê ve 9 mizgeft li gundên Efrînê ava kirine.”
Ew raport behsa kirîna zeviyên welatiyên Efrînê jî dike ku hikûmeta Tirkiyê piştîvaniya rêxistin û sermayedarên Tirkiyê dike bo kirîna mal û mulkên welatiyên deverê û ji %80ê bê amadebûna xwediyê wan zeviyan hatine firotin.
Efrîn 2018an ket destê grûpên çekdar û Tirkiyê
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.