Malbateke Kurd piştî 4 salên koçberiyê vegeriya Efrînê
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 4 salan ji koçberiya neçar, malbateke Kurd vegeriya mala xwe li gundê Serîncekê yê nahiyeya Şera li Efrînê. Li gundê Serîncekê, ji 110 malan, tenê 11 mal vegeriyane gundê xwe.
Li gundê Serîncekê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ne, welatiyekî Kurd, bi navê Mihemed Izedîn, û hevjîna xwe, piştî 4 salan ji koçberiya neçar vegeriyane ser mala xwe.
Gundê Serîncekê ser bi nahiyaya Şera ye. Sala 2004, hejmara nişteciyên wê 752 kes bûye. 15 kîlometreyan ji navenda Efrînê dûr e. Rûberê zeviyên wî 840 hektar e.
Derbarê vegera xelkê Efrînê bo ser mal û zeviyên xwe, Berpirsê Rêxistina Peyva Me Rêber Ehmed, ji Rûdawê re axivî û amahe bi girîngiya vegera xelkê kir û got ku rojane xelkê herêma Çiyayê Kurmenc vedigerin ser cih û warên xwe.
Çavkaniyekê ji gundê Serîncekê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ji koka 110 malan, tenê 11 mal vegeriyane gundê xwe. Li hember ji tevahiya malên gund, anku nêzî 100 malî, bi Ereb û Titkumenên hawirde hatine tejîkirin.