HEWLÊR - 2 karmendan xwest kesekî rizgar bikin lê ew jî mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyereke rizgarkirinê de 2 karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê mirin.
Piştî ku kesek ket nav tanka benzînê û mir 2 karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê ji bo derxistina term çûn nav tankê lê ew jî mirin.
Bûyerê danê sibehê li Benzînxaneya Koçer a li nahiyeya Şemamkê ya parêzgeha Hewlêrê rû da.
Efserekî payebilind ê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Ew 2 ji karmendên me yên herî bi tecrube û çalak bûn.
Ew ji bandora bêhna bermayî ya tankê canê xwe ji dest da.”
Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê ragihand ku bûyer saet 01:00ê çêbûye.
Kesê ku cara yekem ketiye nava tanka benzînê welatiyekî Ereb bûye û her du karmend ji bo derxistina termê wî ketine nava tankê.
Welatiyê Ereb ê bi navê Ebdullah Reslan Haşim 25 salî û zewicî bûye.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, piştî ku Ebdullah Reslan Haşim ketiye tankê, karmendekî Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê hewl daye ku termê wî derxe lê ji ber bêhnê bêhiş ketiye.
Paşê, karmendekî din hewl daye ku hevalê xwe rizgar bike lê ew jî bêhiş ketiye û her du jî mirine.
Tîmên tenduristiyê her du karmend berî ku bimirin veguhastine nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehatine rizgarkirin.
Navê wan her du karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Yûsif û Sebah in û yek ji wan zewicî ye.