Karwanê yekem ê heciyên Herêma Kurdistanê ber bi Medîneyê ve bi rê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Îro karwanê yekem ê ziyaretkarên merasîma hecê, ji sînorê her du parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ve bi rêya bejahiyê ber bi bajarê Medîneyê yê Erebistana Siûdî bi rê ket.

Berdevkê Birêvebiriya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Karwan Sitûnî ji Rûdawê re got: "Îro haciyên parêzgehên Silêmanî û Helebceyê birêketin û sibe ziyaretkarên parêzgehên Hewlêr û Dihokê dê bi rê kevin."

Ew ziyaretkarên ku îro birêketin dê îşev bigihîjin bajarê Kerbelayê, sibehê saet 06:00ê dê dîsa birêkevin û êvarê digihîjin axa Erebistana Siûdî, şevê dê bêhnvedanê bikin û yekşemê digihîjin bajarê Medîneyê.

Karwan Sitûnî dibêje,"Hemû amadehî ji bo karwanê bejahiyê yê ziyaretkaran temam bûye, li rê cihên rawestin û xwarinê ji wan re hatiye amadekirin û di dema gehîştinê de şandeyeke taybet a Birêvebiriya Hecê dê wan pêşwazî bike û wan bigihîne cihê mayînê li hotêlê."

Sibe saet 07:00ê sibehê, karwanê ziyaretkarên sînorê Hewlêrê dê li ber mizgefta Serdar Sofî Seîd ve ber bi welatê Erebistana Siûdî bi rê kevin.

Ewên ku ji Herêma Kurdistanê bi rêya bejahiyê ji bo merasîmên hecê diçin Siûdî, îsal hejmara wan hezar û 646 kes e.

Karwan Sitûnî her wiha li ser hejmara geşta asmanî jî got: "Duşemê 19ê vê mehê li her du balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ve geşta çûnê ji bo hecê dest pê dike."

Ewên ku îsal ji Herêma Kurdistanê bi rêya asmanî ji bo merasîmên hecê diçin Erebistana Siûdî, hejmara wan 3 hezar û 490 kes e.

Pişka Herêma Kurdistanê ji bo hecê îsal li gorî par zêdetir bûye. Sala borî navê 4 hezar û 174 kesan derketibû lê ji bo heca îsal ku li 25ê Îlona 2024an pişk hat avêtin navê 5 hezar û 120 kesan derket.