Li Bakurê Kurdistanê barana gur: Hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Wezaretê ji welatiyan xwest ku li hemberî rewşên nebaş ên hewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser agahiyên Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, dê ji roja Înê û pê ve li başûrê rojavayê parêzgeha Mereşê û li tevahiya parêzgehên Êlih, Sêrt û Şirnexê baraneke gur bibare.

Her wiha hat ragihandin ku li rojhilatê parêzgeha Amedê jî baraneke gur a bi birûsk tê çaverêkirin.

Li dijî lehiyê baldar bin

Wezaretê bangî hemû welatiyan kir ku li hemberî metirsiyên wekî lehiya ji nişka ve, ketina avê ya nav malan û vedana birûskan baldar bin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, dibe ku zîpik bibare û bayekî bihêz rabe lewma divê welatî tedbîrên xwe wergirin.