Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Elî Falih Zeydî bi fermî wekî Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê dest bi kar kir.
Îro li Bexdaya paytexta Îraqê merasîma fermî ya wergirtin û radestkirina erkan hat lidarxistin.
Serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî di merasîmê de amade bû û Elî Falih Zeydî bi fermî wekî serokê hikûmeta nû dest bi kar kir.
Di vê merasîmê de Zeydî desthilatên Serokatiya Lijneya Wezîran û Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar wergirtin.
Zeydî ev desthilat wergirtin da ku di kabîneya nû ya hikûmetê de dest bi bicihanîna erkên xwe yên destûrî bike.
Civîna yekem a Lijneya Wezîran
Basim Mihemed Xuzeyr dema ku wekî Wezîrê nû yê Petrolê yê Îraqê dest bi kar kir, di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Basim Mihemed Xuzeyr diyar kir ku îro Lijneya Wezîran a nû ya Îraqê dê bi serokatiya Elî Zeydî civîna xwe ya yekem bike.
14 wezîran dengê pêbaweriyê stand
Kabîneya wezîran a Elî Falih Zeydî ji 23 wezaretan pêk tê.
14ê Gulanê 19 namzedên wezaretan birin Parlamentoya Îraqê.
Di civîna parlamentoyê de ji bo 18 namzedan deng hatin dayîn û 14 ji wan hatin pesendkirin.
Namzedê wezaretekê (Wezareta Karên Navxwe) hat bipaşxistin û dengdana 4 wezîran jî hîn maye.
Ew wezîrên ku dengê pêbaweriyê standiye ev in:
Xalid Şiwanî: Wezîrê Dadê - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
Fuad Husên: Wezîrê Karên Derve - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Ebdulrehîm Şemerî: Wezîrê Çandiniyê - Avadankirin û Bipêşketin
Mistefa Cebar Sened: Wezîrê Gihandinê - Ebşîr Ya Îraq
Ebdulkerîm Ebtan Cibûrî: Wezîrê Perwerdeyê - Teqedum
Sirwe Ebdulwahîd: Wezîra Jîngehê - Nifşê Nû
Mistefa Anî: Wezîrê Bazirganiyê - Hevpeymaniya Siyadeyê
Weheb Hesenî: Wezîrê Veguhastinê - Rêxistina Bedrê
Mihemed Kerbûlî: Wezîrê Pîşesaziyê - Teqedum
Falih Sarî Ebdaşî: Wezîrê Darayiyê - Tevgera Hîkmetê
Elî Seîd Wehîb: Wezîrê Karebayê - Avadankirin û Bipêşketin
Ebdulhusên Mûsewî: Wezîrê Tenduristiyê - Nehcî Niştimanî
Musena Temîmî: Wezîrê Çavkaniyên Avê - Rêxistina Bedrê
Basim Mihemed Xuzeyr: Wezîrê Petrolê - Avadankirin û Bipêşketin