RIHA - Di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di nav bermîleke plastîk a goristanekê de 21 cenînên mirovan hatin dîtin.
Bûyer, li Goristana Nû ya Rihayê çêbû.
Etîketên nexweşxaneyê li ser wan bûn
Li gorî îdiayê, welatiyên ku çûbûn goristanê, di nav bermîla zibil de hinek cenîn ango zarokê ku di rehma diya xwe de dema welidîna xwe temam nekiriye an jî ji ber çûne dîtin.
Tê îdiakirin ku li ser qutiyên bi plastîk etîketên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hebûn.
Welatiyan li ser vê yekê agahî da polîsan.
Li gorî nûçeya DHAyê, tîmên polîsan çûn goristanê.
Polîsan li cihê bûyerê dest bi xebatan kir.
Polîs lêkolînê dikin ka kê ev cenîn ji bo veşartinê anîne wê derê û çima avêtine nav zibil.
Tê texmînkirin ku ev cenîn di encama kurtajê de mirîbin.
Dest bi lêpirsînê hat kirin
Tîmên ewlehiyê li herêmê tedbîrên pêwîst wergirtin.
Cenîn ji bo lêkolînê sewqî meytxaneya Saziya Tiba Dadî hatin kirin.
Polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.