Li Sirûcê bi bexşîna welatiyekî Navenda Kursa Kurdî hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Sirûcê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî pêngaveke mînak avêt.

Şaredariyê li navçeyê "Navenda Kursa Zimanê Kurdî ya Nûjiyanê" vekir.

Zarokên navçeyê bi coş û kêfxweşiyeke mezin navend pêşwazî kir.

"Divê mirov 80 salan jê re koletiyê bike"

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Sirûcê Îbrahîm Ugurku li ser vekirina navendê axivî û kêfxweşiya xwe anî zimên.

Îbrahîm Ugurku got, “Bi rastî ez gelekî kêfxweş im. Li Sirûcê cara yekem e ji bo zimanê Kurdî tiştekî wiha vedibe.

Hûn jî dizanin gotinek heye, dibêjin 'kesek yek tîpî fêrî min bike ez dê çil salan jê re koletiyê bikim.'

Lê heger ew tîp bi Kurdî be divê mirov 80 salan koletiyê bike.

Ez li ser navê partiya xwe spasiya şaredariyê û yên ku ked daye vê xebatê dikim.”

Ji bo bîranîna bavê xwe milk bexşand

Milkê vê navendê yê parêzer Ozgur Kandemîr e.

Ozgur Kandemîr ev milk wekî xêra bavê xwe yê koçkirî bexşî şaredariyê û xistiye xizmeta zimanê Kurdî.

Bavê wî Xelîl Kandemîr siyasetmedar û kesayetiyekî diyar ê navçeyê bû.

"Em bi xêra zimanê xwe hene"

Hevserokê Şaredariya Sirûcê Muslum Baran jî di vekirina navendê de axivî û spasiya malbata Kandemîr kir.

Muslum Baran got, “Berî her tiştî em spasiya Ozgur Kandemîrê kurê merhûm Xelîl Kandemîr dikin ku ev cih wekî hîbe da şaredariyê û gelê me.

Me jî ji bo xizmeta Kurdî ev der kir kursa zimanê Kurdî.

Ji bo ku zarokên me dersên xwe bixwînin me ev der kir navenda etûtê."

Muslum Baran bangî zarokan kir û wiha li pey çû:

"Zarokno ji bîr nekin, eger em hebin em bi xêra zimanê xwe hene. Zimanê xwe ji bîr nekin.

Her roj li mal û dibistanê bi zimanê xwe biaxivin. Werin vê derê jî, beşdarî kursê bibin û Kurdî fêr bibin.

Dê li vir kurs vebe û hûn dê zimanê xwe bi pêş bixin. Zimanê me hebûna me ye. Eger ziman nebe Kurd jî tunin."

Navend ji 3 polan pêk tê

Ev navend bi giştî ji 3 polan pêk tê.

Yek ji wan polan taybet ji bo kursa zimanê Kurdî ye û xwendekaran fêrî Kurdî dike.

Polek jî ji bo xebatên dersên din ên xwendekaran û pirtûkxaneyê hatiye veqetandin.

Li gorî biryarî pola sêyem jî bibe pola kompûteran.

Parêzer Ozgur Kandemîr ji Rûdawê re got ku ew dê hemû xerciya kompûter û kel û pelên wê polê jî bi xwe dabîn bike.