GEVER - Mînîbusa karkeran wergeriya: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, minîbusa karkerên berhevkirina pincarê qulibî, kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Qeza danê sibehê li ser rêya Gever û Şemzînanyê, li nêzîkî gundê Hirmînê ya li devera Girê Meşkan çêbû.

Li gorî agahiyan, minîbusa bi plakaya 47 KN 750 ku Recep Kambaz diajot, ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û qulibî.

Rewşa 2 kesan giran e

Li ser agahdarkirinê, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîman tesbît kir ku Necatî Karakoseyê 49 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Di qezayê de şofêr Recep Kambaz û rêwiyên bi navên E.S., M.K., A.E., B.K., F.T. û E.D. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hat zanîn ku rewşa 2 kesan giran e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn dest bi lêpirsînê hatkirin û xebatên tîman ên li qadê didomin.