Dayîka Aştiyê Saadet Akmanê koça dawiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Dayîka Aştiyê Saadet Akmanê li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê koça dawiyê dikir.
Dayîka Aştiyê Saadet Akman, demeke bû ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dihat tedawîkirin.
Saadet Akmanê şeva borî li wê nexweşxaneyê koça dawiyê kir.
Piştî pêkanîna merasîmên olî, cenazeyê Saadet Akmanê li Goristana Hacilarê ya Nisêbînê hat binaxkirin.
Hat zanîn ku malbat dê şîna xwe li Mala Şînê ya Qişleyê deyne.