Ji nû ve dest bi seferên asmanî yên Silêmanî-Stenbolê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ya Silêmaniyê ragihand ku ji nû ve dest bi seferên di navbera Silêmanî û Stenbolê de hatiye kirin.
Di daxuyaniya îro ya birêvebiriyê de hat gotin, “Xetên asmanî yên Îraqê seferên xwe yên Tirkiyeyê ji nû ve didin destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de dê seferên Silêmanî–Stenbol û Stenbol–Silêmaniyê bên kirin.”
Qada asmanî hatibû girtin
28ê Sibatê bi destpêkirina şerê Amerîka, Îsraîlê yê li dijî Îranê re qada asmanî ya Îraqê ji seferan re hatibû girtin.
Ev qad 10ê Nîsanê careke din hatibû vekirin.
Lê belê seferên di navbera Silêmanî û Stenbolê de heta îro dest pê nekiribû.
Li gorî malpera Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî, îro berê sibehê demjimêr 08:17an balafirek ji Silêmaniyê çû Stenbolê.
Balafira vegerê jî piştî nîvro demjimêr 14:11an gihîşt Silêmaniyê.
Seferên şirketên Tirkiyeyê hîn dest pê nekirine
Li gorî zanyariyên li ser malpera balafirgehê, seferên şirketên asmanî yên Tirkiyeyê yên ji bo Silêmaniyê hîn dest pê nekiriye.
Tirkiyeyê 3yê Nîsana 2023yan qada xwe ya asmanî ji Balafirgeha Silêmaniyê re girtibû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû.
Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de xwestibû ku astengiyên li ser Balafirgeha Silêmaniyê werin rakirin û Erdogan jî bi erênî nêzîkî vê daxwazê bûbû.