Li Îdirê piştî barana gur lehî rabû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê piştî barana gur lehî rabû.
Ji ber lehiyê gelek xanî û zevî di bin avê de man û gelek heywan jî telef bûn.
Taviya baranê ya ku li bajêr didome, li hinek herêman bû sedema rabûna lehiyê.
Li gundekî girêdayî navenda Îdirê, ji ber zêdebûna ava çem û coyan xanî û zeviyên li navenda gund di bin avê de man.
Ji ber lehiyê pir û qenalên gund xera bûn û zerer gihîşt rêyan.
Tîmên hawaraçûnê li gund in
Tîmên Îdareya Taybet a Parêzgehê û Birêvebiriya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) li gund dest bi xebatan kir.
Her wiha cendirme, tîmên AFADê û 46 karmend bi 16 wesayîtan beşdarî xebatan bûn.
Di lehiyê de gelek pez telef bûn û 20 kewarên mêşan jî ew qasî zerer dît ku êdî nayên bikaranîn.
Tîmên AFADê li herêma lehiyê dest bi xebatên tesbîtkirina zererê kir.
“Xaniyê me diheje”
Jina bi navê Habîbe Îleriyê ya ku li gund dijî behsa tirs û zerera xwe kir û got:
"Cûcik û mirîşkên me mirin. Xaniyê me deriziye û diheje. Em nizanin ka em dê çi bikin."
“Zerereke min a mezin çêbûye”
Şêniyê gund Rasîm Guneş jî da zanîn ku zeviyên wî yên çandiniyê di bin avê de mane.
Rasîm Guneş ragihand ku lehiyê nêzîkî saet û nîvekê ajotiye û wiha axivî:
"Berê DSÎyê li vir hinek xebat kiribûn û ji ber wê ti pirsgirêk derneketibûn.
Lê ji ber ku karesat gelekî mezin bû qenalê nikarîbû xwe li ber avê bigire.
Zerereke min a mezin çêbûye."