Nasnameyên 5 şervanan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya 5 şervanan eşkere kirin ku di dema parastina welêt de canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şehadeta 5 şervanan daxuyaniyek belav kir.
HSDyê diyar kir ku şervanan heya kêliyên dawî ji bo welatekî azad û jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe domandine.
Li gorî daxuyaniyê şervanan li cihên cuda û di demên cuda de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên şervanan wiha ne:
Nîhad
Navê rast: Nîhad Elî
Navê dayîkê: Zeyenb
Navê bav: Memduh
Cihê jidayîkbûnê: Girê Spî
Cih û dîroka şehadetê: Kobanî, 21ê Kanûna Paşîn a 2026an
Zeirûr Heleb
Navê rast: Ehmed Zeirûr
Navê dayîkê: Fetîna
Navê bav: Hisên
Cihê jidayîkbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 11ê Gulana 2026an
Hemûdî
Navê rast: Mihemed El Ebûd
Navê dayîkê: Kewkeb
Navê bav: Behaa
Cihê jidayîkbûnê: Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an
Xelîl
Navê rast: Xelîl Mihemed
Navê dayîkê: Izdîhar
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayîkbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 17ê Kanûna Paşîn a 2026an
Ebû Yûsif
Navê rast: Elî El Ubeyd
Navê dayîkê: Helîma
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayîkbûnê: Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 17ê Kanûna Paşîn a 2026an.