Ji ber telefonê mala malbateke ji Kobaniyê bû xwelî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Barîkayê ya Silêmaniyê bataryaya telefonekê ya ku di şarjê de mabû teqiya û di encamê de mala malbateke ji Kobaniyê bû xwelî û dayîk û 3 zarokên wê bi giranî şewitîn.

Vê teqînê mala malbateke koçber a ji Kobaniyê ya li Kampa Barîkayê kir xwelî.

Laşê dayîkê û her sê zarokên wê zêdetirî ji sedî 50yî şewitî.

Endamên malbatê niha ji bo jiyanê li ber xwe didin.

Têkoşîna ji bo jiyanê

Li korîdorên nexweşxaneya li Silêmaniyê, Yasmîn bi êşeke mezin hewl dide bi tenê li ser pêyan bimîne.

Yasmîn keça mezin a malbata 8 kesî ye ku ji Kobaniyê koç kiriye û 12 sal in li Kampa Barîkayê dijî.

Ew, ji faciaya ku beriya pênc rojan qewimî bi birînên sivik rizgar bû.

Lê ew niha li ber serê dayîk û xwişk û birayên xwe yên ku laşê wan bi giranî şewitiye disekine.

"Ji nişka ve teqiya"

Ji birîndaran Yasmîn Bozanê qala rûdana bûyerê ji Rûdawê re kir û got:

“Telefon di şarjê de bû, li cem wê tablet jî dixebitî. Ji nişka ve teqiya û agir pê ket.

Tenê rewşa xwişkeke min baş e, rewşa yên din giran e.”

Laşê Zeliha Xana dayîk a 38 salî ji sedî 51 şewitî.

Laşê her sê zarokên wê yên ku temenê wan di navbera 5 û 16 saliyê de ne jî zêdetirî ji sedî 50yî bi giranî şewitî.

Dixwazin biçin cem bavê xwe

Tedawiya wan di bin çavdêriya bijîşkan de didome.

Xwesteka yekane ya xizmên malbatê ew e ku birîndar bişînincem bavê wan ê ku li Holendayê dijî.

Xizmên wan dixwazin ev malbat di van rojên zehmet de careke din bigihîje hev.

Xizmê malbatê Mehmûd Hisên jî bal kişand ser giraniya rewşê û wiha axivî:

“Pênc roj in ti pêşketin di wan de nînin.

Yek bi cîhaza bêhnstandinê ve girêdayî ye, lêdana dilê wê jî di navbera 135 û 140î de ye.”

Hêviyên 12 salan jî bûn xwelî

Teqîna ku şeva 11ê Gulanê rû da, ne tenê mala ku malbat tê de dima, hêviyên wan ên jiyanê yên 12 salan jî kirin xwelî.

Malbatê debara xwe bi xebatên rojane yên zarokan dikir.

Ew ji şerê Kobaniyê reviyabûn û xwe spartibûn Kampa Barîkayê.

Niha jî heman malbat, li kampê di nav êş û azara şewateke giran de li benda desteke alîkariyê ye.