Malbatên şehîdan: Me ji bîr nekin û xwedî li zarokên me derkevin
Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo malbatên şehîdên Pêşmerge çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de malbatên şehîdan bang li gelê kurd kirin û gotin: “Me ji bîr nekin û xwedî li zarokên me derkevin.”
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî duh li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê çalakiyek li dar xist.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dê 1 milyon û 130 hezar dolar alîkarî bide 1728 malbatên şehîdên pêşmerge.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed li ser çalakiyê ji Rûdawê re ragihand:
“Di çarçoveya projeyê de emê roja yekşemê herin Silêmaniyê, roja sêşemê herin Duhokê û roja pêncşemê jî emê herin Kerkûkê. Herwiha emê biçin Helebçe û devera Germiyanê jî û emê herin hemû bajar û bajarokên xwe.”
Berpirsê Çapemeniyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hîkmet jî diyar kir: “1728 şehîdên me hene. Di vê lîsteyê de navê 1400 şehîdên me hene. Navên din jî emê bidin Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî.”
Hevjîna pêşmergeyekî şehîd ku di bernameya alîkariyê de beşdar bûye, ji Rûdawê re axivî û got: “Şehîdên Pêşmerge neyên jibîrkirin, pêwîst e çavê wan li zarokên me be û herdem xizmeta wan were kirin.”
Hevjîneke şehîdekî din jî got, her çiqas ji bo şehîd were kirin, her kêm e û daxwaza berdewamiya alîkariya malbatên şehîdan ji hikûmetê kir.
Du sal berê Tora Medyayî ya Rûdawê bi navê “Rencî Şehîdan” kampanyayek dabû destpêkirin û ji sermayedar û xêrxwazên Başûrê Kurdistanê 17 milyon dolar pere berhev kiribû û alîkariya malbatên şehîdan kiribû.