BÛYERA PIRSÛSÊ – AK Partî û HDP hevdû sûcdar dikin

16-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HilbijartinTirkiye Pirsûs Kuştî Birîndar Sûcdarkirin AK Partî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bûyera Pirsûsê ser bi bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê karvedanên cuda yên xelkê û partî û aliyên siyasî yên Tirkyê li pey xwe anîn .

 

Di bûyera Pirsûsê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn, hikûmet û AK Partî, HDP û PKK sûcdar dikin , lê HDP tevî protestokirina bûyerê daxuyaniyên AK Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan weke provakasyon bi nav dike û  dibêje ev jî di çarçoveya hewla wan de ye ji bo ku HDP di bin benda %10 de bihêlin .

 

Hevserokê HDPê Sezai Temelli dibêje: “Ji bilî tometbarankirina xelkê, divê Wezîrê Navxweyî encamderên bûyera Pirsûsê desteser bikin û radestî dadgehê bikin, ma li ti welatekî cîhanê çek di kampanya hilbijartinan de tê bikaranîn? Ma li ti welatekî cîhanê dema ku tu ne razî bî deng bidî aliyekî, gef li te tê xwarin? Li ku derê ev tişt qewimiye gelo, ku bi zorê ji xelkê were xwestin dengê xwe bidin aliyekî diyarkirî. Hikûmet û Wezareta Navxwe xelkê dixapînin û agahiyên şaş didin medyayê û bûyerê ber bi arasteyeke din dibin.”

 

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî balê dikşîne ser wê yekê, ku sedemên siyasî li dû wê bûyerê ye û PKKê çavkaniyê wê aloziyê ye.

 

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî got: “Karta zextê ya PKKê ji bo hilbijartinan û dengderên Kurd nemaye, lewma bûyerên wiha encam dide, mixabin encamên wiha bi xwe re anî, proseya hilbijartinan dê bi aramî û bêyî ti pirsgirêkek li navçeyên başûr û başûrê rojhilat birêve biçin, ez hemû aliyan piştrast dikim ku dê encamderên vê bûyerê bêne girtin û dê radestî dadgehê werin kirin.”

 

Roja 14ê Hezîranê piştî nîvro di saet 15:56an, alozî di navbera alîgirên berbijêrekî AKPê û çend dikadaran de çêbû û têde çek hate bikaranîn, di encamê de 4 kes hatin hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Yekîtiya Nojdarên Tirkiyê jî dibêje, dikandar û kurê xwe li nexweşxaneyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst