Kurê Rêveberê HUDA PARê di Bendava Ilisuyê de wenda bû

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Desteya Rêveber a Giştî ya HUDAPARê Eyup Yanaç, Ebdulqadir Yanaç (24) li Bendava Ilisu ya li ser Heskîfê wenda bû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Ebdulqadir Yanaç duh danê êvarê xwest li ava gola Bendava Ilisu li Heskîfê bikeve avê û xwe hênik bibe. Lê Yanaç carke din nekarî ji avê derkeve û wenda bû.

Ji bo dîtina Yanaçê 24 salî, tîmên rizgarkirinê yên AFAD'ê dest bi xebatê kirin, lê heta niha nekarîn Yanaç bibînin.

Sibê dê xebatên rizgarkirina Yanaç careke din dest pê bike.

Xebatên çêkirina Bendava Ilisu îsal bi encam bû. Bajarê dîrokî Heskîf ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salî weke dergûşa mirovahiyê dihate naskirin, di bin ava bendabê de ma.

Wendabûna Ebdulqadir Yanaç piştî çêkirina bendavê yekem bûyer e ku rû dide.