Li Êlihê balkon rûxiya: 4 mirî, 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, balkona xaniyekî hilweşiya, 4 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, doh li gundê Bazbûtê yê navçeya Qubînê di dema nûjenkirinê de balkona xaniyekî bi ser karker û endamên malbatê de hilweşiya.

Di bûyerê de Firat Tarhanê 26 salî, Faris Yelê 12 salî û Mucahit Toyê 17 salî mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, tîmên parastina sivîlan cendirme çûn cihê bûyerê.

Birîndar ji aliyê tîman ve ji bin kavilan hatin derxistin û ew birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarê bi navê Raman Yelê 19 salî jî canê xwe ji dest da.