DÊRSIM - DEYDA-DERê çalakiya berhevkirina gilêşan li dar xist

Dêrsim - DEYDA-DER, ji bo balkişandina li ser qirêjiya jîngehê ya di dema havînê û ji bo çêkirina hesasiyetê ji bo jîngeheke pak çalakiya “behevkirina gilêşan' li dar xist.

Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Perwerdeyê ya Dêrsimê (DEYDA-DER), ji bo balkêşandina li ser qirêjiya jîngehê û çêkirina hesasiyetê ji bo jîngeheke pak bi şîara "Gilêşa xwe bibe, evîna xwe bihêle" çalakiya berhevkirina gilêşan saz kir.

Welatî diyar dikin ku ji ber çûn û hatina zêde ya gêştyarên di dema havînê de jîngeha li Dêrsimê zerereke mezin dîtiye.

Xelk dixwaze gêştiyarên ku tên Dêrsimê derbarê paqijiya jîngehê de baldar bin.

Welatiyê bi navê Zeynelê Arslan eşkere kir ku erdnîgariya Dêrsimê her sal bi sedema lêçûna gêştiyarên zêde di nava komên gilêşan de dimîne.

Zeynel Arslan got,"Em hatin vir li Dêrsimê gilêşan berhev dikin. Yên ku tên vir bila gilêşên xwe li vir nehêlin, gilêşên xwe bi xwe re bibin.

Ev der cihê me ye, xwezayeke pir xweş heye. Bila bala xwe bidin û gilêşên xwe û wan li nehêlin."

“Ava Munzurê ya Xizir e”

Alîşan Karaaslan jî got: "Gilêşên ku em berhev dikin gilêşên miletê me ne. Ev ava Munzurê ava Xizir e. We çi bawerî hebin ji kerema xwe jîngeha xwe qirêj nekin, gilêşên xwe bi xwe re bibin."

Her wiha Orhanê Çelebiyê ku beşdarî çalakiyê bû got: "Îro bi gel û komeleya xwe re em li xwezayê kom bûn û li pîknîkê bûn.

Îro me bi komeleya perwerdeyê re gilêş berhev kirin. Em dixwazin ku yên ku têne vir jî gilêşên xwe bi xwe re bibin, pak bihêlin û evîna xwe li vir bihêlin. Eger bi vî awayî be em dê zêdetir şa bibin."

Ruziya Girgin Kandîlê jî got: "Ev erdên ti kesî nînin û cihê gilêşên ti kesî jî nînin. Em tenê emanetdar in û divê em vî emanetî bi awayekî herî pak radestî nifşên paşerojê bikin.

Em di heman demê de wekî komeleke ku bursan dide nifşên paşerojê ji bo vê yekê li vir bûn."

Hasan Guler:  Em bursê didin 36 xwendekaran

Çalakî li Cihê Miskî Sax hat pêkanîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Serokê DEYDA-DER Hasan Guler jî diyar kir ku komeleya wan niha dikare bursê bide 36 xwendekaran.

Çalakî bi stranên hunermend Metîn Kahraman bi dawî bû.