Hewlêr (Rûdaw)- Komele û hêzên Kurdan li Swêdê ji bo ku piştgiriyê bidin referandûma serxwebûna Kurdistanê, wê li Stokholmê xwepêşandanekê li dar bixin.
Xwepêşandan wê di bin navê “Em piştgiriya biryara Parlamentoya Kurdistanê dikin ku ew referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê dike’ de roja şemiyê 19.07.2014 were lidarxistin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê di daxuyaniyekê de banga wê xwepêşandanê kirine ku dê bi piştgiriya nûnertîya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin “Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên Başûrê welatê me bi yekdengî, bi hemahengî û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryaran dikin”.
FKKSê û hêzên Kurd û Kurdistanê di daxuyaniya xwe da wiha gotin “Piştgirîgirtina vê gava dîrokî wekî vatiniyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyan e”.
Herwiha bang li hemû hemwelatiyan û dostên Kurdan kirin bi ala Kurdistanê tevlî xwepêşandinê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse