Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk ragihand ku dewleta Tirkiyê çavên xwe ji tev û liva çekdarên rêxistina radîkal DAÎŞ li sînorê Tirkiyê-Sûriyê digire.
Îro, Çarşemê, konsulsê Amerîkî yê Edeneyê John Espinoza bi Hevşaredarên Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk û Febrûniye Akyol re hevdîtin kir.
Di civînê de Ahmed Turk balkişande ser tev û liva çekdarên DAÎŞê li ser sînorê Tikriyê û Sûriyê de û rexne li ser xemsariya Tirkiyê di vê barê girtin.
Turk diyar kir ku “Çûn û hatina çekdarên rêxistina DAîŞê di sînorê Tirkiyê de û helwesta dewleta Tirkiyê ya ku çavê xwe li DAÎŞê digire, dibin sedem ku Kurd gelek di mijara pêvajoya aştiyê de bi guman bin.”
Ji roja 2-3ê mehê ve çekdarên DAÎŞê êrîşî gundên rojava û rojhilatê bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê dikin û gefan dixwin ku ew dê Koabnî jî tevlî sînor “Dewleta“ xwe bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse