Li Qersê pîkab û minîbus li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê pîkab û minîbus li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Pîkaba bi plaqeya 06 CET O36 ku F.O. diajot û minîbusa bi plaqeya 38 EE 876 ku E.T. diajot li ser Caddeya Hakim Ali Riza Aslan li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Tendirusitya Bilez a 112ê, polîs û bû cihê bûyerê re hatin şandin.

Di qezayê de ligel şofêran Ç.C, D.P.O, V.Ç. ên di nava pîkab û minîbûsên de birîndar bûn.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepana Tendirustiyê ya Zanîngeha Kafkasê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.