Erdogan serdana 3 welatên Ereb ên Kendavê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja 17ê Temûzê dest bi serdana xwe ya bo sê welatên Ereb ên Kendavê, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat dike û herwiha paşê serdana Qibrisê jî dike.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê di dauxyaniyekê de ragihand, Recep Tayyip Erdogan di navbera rojên 17-20ê Temûzê de bi serdanên fermî diçe Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat û Qibrisê.

Li gor daxuyaniyê, Erdogan roja 17ê Temûzê li Siûdiyê beşdarî Foruma Kar dibe ku ji aliyê Desteya Peywendiyên Aborî ya Derve ya Tirkiyê ve tê birêkxistin.

Erdogan, roja 18ê Temûzê li Qeterê û 19ê Temûzê jî li Îmaratê dibe û bi beşdariya wî Foruma Kar tê sazkirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê dibêje, di hevdîtinên li 3 welatên Erebî de peywendiyên du alî, di serî de projeyên aborî û weberhênana di gelek sektoran de, pêşxistina hevkarî û xebatan û mijarên herêmî û gerdûnî dê bêne nirxandin.

Erdogan piştî serdana welatên Erebî dê roja 20ê Temûzê serdana bakurê Qibrisê bike, ku ji sala 1974an ve di bin kontrola Tirkiyê de ye.