Li Rihayê agir bi avahiyê ket: 3 kes bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê agir bi avahiyê ket û 3 kes ji ber dûxanê bi jehrê ketin.

Li gor agahiyan, şeva borî li taxa Baglarbaşiyê ya Rihayê ji ber sedemeke nediyar agir bi avahiyeke 3 qatî ket û 3 kes di avahiyê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê 3 kesên di avahiyê de asê mabûn rizgar kirin ku yek ji wan zarok bû.

Kesên ku hatin rizgarkirin ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hatin dermankirin.

Agir di encama xebatên tîmên agirvemirandinê ve hat temirandin lê avahiyê zerer dît.