Li 5 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 5 herêmên navçeya Elkê 9 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin û çûn û hatin wan hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, biryara qedexeyê bi armanca “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye wergirtin.
Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku qedexeya li herêmên Pertevîn, Mêrkitik, Karçana, Kato û Ayranciyê ji 17ê Tîrmehê ve dest pê dike û heta 25ê Tîrmeha 2025an 9 rojan didome.
Parêzgariya Şirnexê her wiha hişyarî da xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin herêmên navborî.